"Em tu alîkariyan naxwazin, tenê dixwazin vegerin warên xwe"

Koçbera bi navê Guzel Osman wiha got: "Ev xak a me ye. Em li vir mezin bûn. Zû yan dereng be, dê lê vegerin. Em tu alîkariyan ji rêxistinên mirovî naxwazin, tenê dixwazin vegerin warên xwe."

"Em tu alîkariyan naxwazin, tenê dixwazin vegerin warên xwe"
15 kanûn, 2019   13:24
REQA-RÛBE EL-ELÎ

Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê di 13’yê Kanûnê de konê protestoyê ya şermezarkirina tundiya li dijî Jinan li Parka Meroriye ya li naverasta bajêr, veda. Bi dehan jinên saziyên sivîl û meclisên herêmî beşdar bûn.

Di bin konê çalakiyê de, dayika şehîd Welat ku di Berxwedana Rûmetê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbû, li gel ajansa me ANHA`yê axivî.

Guzel Osman êrişa dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên ku artêşa Tirk û çeteyê wê li dijî sivîlan pêk tînin, şermezar kirin.

Guzel ku ji Serêkaniyê koçberî bajarê Reqayê bû, destnîşan kir ku xwîna zarokên wan li erdê namîne û wiha got: "Heta serketinê dê têkbikoşîn û li ber xwe bidinem dighînin serkeftinê, Em ê li berxwe bidin. Em binpêkirinên li dijî  gelê me yê aşîtîxwaz tên kirin, red dikin."

Guzel Osman di dewama axaftina xwe de wiha piştrast kir: "Axa ku me li ser jiyan kirî ya me ye, ne ya tu kesî ye. Em aşîtiyê dixwazin û şer naxwazin. Em dixwazin demokrasî, wekhevî û azadî li seranserî Sûriyê, pêk were."

Guzel wiha pirs kir: "Gelo ne ji mafên me ye ku em bi aramî û azadî jiyan bikin? Qet tu kes van komkujiyan û zilama ku li ser zarokên Til Rifetê tên kirin, nabîne? Bi kîjan sûcî ev zarok hatin kuştin? Çima Civaka Navdewletî bê deng e? dewlet û rêxistinên mafên mirovan li ku derê ne?. Eger dijminek li ser rûyê erdê hebe, ew Erdogan e. ".

Guzel bi domdarî wiha ji Erdogan re got: "Em ê her bihoseteke axa me ku te dagir kirî, vegerînin. Eger bê xwestin jî em ê zarokên xwe hemû di oxira vê xakê de, bikin şehîd. Em xwediyên vê xakê ne."

Guzel destnîşan kir ku ew dev ji doz û pirojeya ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan pêşinyar kirî, bernadin.

Di dawiya axaftina xwe de, Guzel Osman ji rêxistinên hiqûqî û dewletên têkildar xwest ku, şêniyên koçber vegerînin herêmên wan û wiha axivî: "Em tu alîkariyan ji rêxistinên mirovî naxwazin, lê belê tenê dixwazin vegerin warên xwe û binpêkirinên dewleta Tirk bisekinin."

(cx)

ANHA