Cenazeyê şehîd Yûsif Xalid li Tirbespiyê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Yûsif Xalid ê ku di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de ya bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şehîd bibû, li navçeya Tirbespiyê hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Yûsif Xalid li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Yûsif Xalid li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Yûsif Xalid li Tirbespiyê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Yûsif Xalid li Tirbespiyê hate veşartin
14 kanûn, 2019   15:02
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Suryan ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Yûsif Xalid ê ku di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de ya bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê şehîd bûye, li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur kom bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Mahsûm Hesen axivî, îşaret bi hevgirtina pêkhateyên herêmê ya li hemberî komployên derve kir.

Hesen bal kişand ku dîroka dewleta Tirk bi komkujiyên li dijî Kurd, Ereb, Suryan û Ermen dagirtî ye û îdîayên dewleta Tirk a avakirina "Herêma ewle" ji her kesî re eşkere ye ku niyetên wê yê dagirkirinê eşkere dike.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA