Civînên Astanayê yên cara 14’an dest pê kir

Civînên 14’an ên Astanayê li paytexta Kazaxistanê Nur Sultanê îro bi hevdîtinên Rûsya, Tirkiye û Îranê dest pê kir.

Civînên Astanayê yên cara 14’an dest pê kir
10 kanûn, 2019   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Civînên Astanayê yên cara 14’an di navbera şandeyên Rûsyayê bi serkêşiya şêwirmendê Pûtîn ê Sûriyê Aleksander Lavrentiev û cîgirê wezîrê karên derve Sergey Verşînin û yê Îranê bi serkêşiya cîgirê wezîrê karên derve yê kar û barên siyasî Elî Esger Hacî dest pê kir.

Demeke berê şandeya Rûsyayê bi şandeya rejîma Sûriyê re rûnişt.

Serokê şandeya rejîmê Beşar El-Ceferî jî di civînê de gef ltêkildarî herêma Idlibê xwarin û wiha got: "Tu agirbest di aliyê têkbirina terorê de li Idlibê tune ye."

Dihat payîn ku civînên 14’an ên Astanayê di nîvê Mijdara çûyî de li dar biketana, lê Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê heta nîvê Kanûnê taloq kirin.

Taloqkirina civînan di demekê de ku êrişa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, paşê jî civîna duyemîn a civînên komîteya destûrê bi bin ketin.

Civînên Astanayê yên di Çileya 2017’an de piştî nêzîkbûna Rûsya, Tirkiye û Îranê di mijara Sûriyê de dest pê kirin û heta niha 13 caran hatine lidarxistin.

 (jo)