Biden: Mayîna Trump ji bo neteweya Amerîkayê xetereyek e

Cîgirê serokê DYA’yê yê berê û bernamzetê Partiya Demokrat ê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê John Biden, serokê Amerîkayê Donald Trump rexne kir û Trump wek xetereyeke li ser neteweya Amerîkayê bi nav kir.

Biden: Mayîna Trump ji bo neteweya Amerîkayê xetereyek e
1 kanûn, 2019   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

John Biden li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsek weşand û wiha anî ziman: "Mayîna serokê Amerîkayê Donald Trump bi dema 8 salan li ser desthilatê dê bandoreke zêde li ser nasnameya neteweya Amerîkayê pêk bîne û divê destûr ji bo vê yekê neyê dayîn. Divê tenê serokê pêvajoyekê be."

Biden wiha lê zêde kir: "Trump di radeya yekemîn de ji bo rêveberiya xwe ya ku xizmeta dewlemendan dike, dixebite. Diyar e ku serok Trump ji kê re dixebite? Rêvebertiya wî di radeya yekemîn de ji bo kêmbûna bacên mezin ji dewlemend û kargehan re hat dayîn. Di heman demê de êrişî alîkariyên xwarinê kir. Divê tu kes li Amerîkayê birçî nemîne."

(fr)