Hemîd El-Ebid: Raporên têkildarî vegera koçberan ne rast in

Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid anî ziman ku raporên der barê vegera şêniyên li herêmên dagirkirî de ne rast in û destnîşan kir ku rêxistinên navdewletî erka xwe ya mirovî li beramberî koçberan bi cih nayînin.

Hemîd El-Ebid: Raporên têkildarî vegera koçberan ne rast in
25 mijdar, 2019   05:35
EHMED EL-KEMYAN –RUBA EL-ELÎ – EYN ÎSA

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid têkildarî rewşa koçberan a piştî êrişên dagirkeriya Tirk û raporên girêdayî vegera koçberan li herêmên dagirkirî ji ajansa me re axivî.

Hemîd El-Ebid anî ziman ku ji destpêka êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma Girê Spî pêla koçberiya ya ji bajarê Girê Spî, Silûk û Eyn Îsayê destpê kir, li ser vê yekê wan serjimariyek amade kir da ku bi wan re bibin alîkar.

El-Ebid got "Li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine ji ber kiryarên çeteyan ên dizî û talankirin koçberiyê ber bi herêmên navxwe ve hebû."

Têkildarî raporên NY‘yê girêdayî vegera bi hazaran koçberan li herêmên xwe Hemîd El-Ebid wiha got: "Em şêniyên herêmê ne, têkiliyên bi xelkên li herêmê hene. Hîna koçberî didome. Îdiayên Tirkiyê û çeteyên wê yên girêdayî vegera şêniyan li herêmên xwe ne rast in."

El-Ebid axaftina xwe wiha domand: "Piştî îdiayên derbasbûna rejîmê kesên ji aliyê rejîmê ve dihatin xwestin ji tirsa reviyan. Li aliyekî din ve hin rewşên vegera ferdî ya li herêmê hebû, lê ev ji bo kesên ku berê tev li Artêşa Azad bibûn û rêxistinên li herêmê dixebitîn derbasdar e. Vgera li herêmê dewam nekir. Piştî lihevkirina di navbera arêtşa Sûriyê û QSD‘ê de diyar bû  ku hemû îdia zelal kirin û bi belavkirina  rejîmê li nuqeyên herêmên sînor encam da beşek mezin vegeriyan."

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî got, diviyabû ku raporên mirovî yên NY‘yê zelal bana û teqez kir ku dagirkirî di dîroka 21‘ê vê mehê 14 malbat ji herêma koçberî gundewarê bakurê Reqayê bûn. El-Ebid diyar kir ku raporê NY‘yê behsa malbatên çeteyan dike yên ku Tirkiyê wan li Girê Spî dike.

‘HEJMARA KOÇBERAN 50 HEZAR DERBAS KIR‘

Hemîd El-Ebid di berdewama axaftina xwe de îşaret bi guhertina demografîk a ku dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê pêk tînin û wiha pê de çû: "Em niştecihên herêmê kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê qebûl nakin û wekî rêveberî me peymanên bangewaziyê ji welatiyên Sûriyê yên li derve re şandin, lê qebûl nekirin."

El-Ebid pirsî "Gelo bicihkirina xelkên Xûtayê li Girê Spî û koçberkirina niştecihên herêmê edaletî ye, divê li hemberî van zêdegaviyan tevgereke hebe."

Der barê hejmara koçberan El-Ebid diyar kir ku hejmara giştî ya koçberên Girê Spî 50 hezar derbas kiriye, piraniya wan li Reqa û bajarokê Hîşayê dimînine û got, serjimarî li Kobanê, Sirîn, Tebqa û Minbicê berdewam e û hejmara koçberan zêde dibe.

‘RÊXISTIN ERKA BI CIH NAYNIN‘

El-Ebid destnîşan kir ku wan bang li rêxistinên mirovî kirine ku derbarê rewşa koçberan de bikevin tevgerê lê heta niha bersiv nehatiye dayîn.

El-Ebid her wiha diyar kir ku tekane daxwaza koçberiyan hemûyan ew ku dagirkerî ji herêmê derkevin da ku vegerin warê xwe û got: "Helwesta NY û civaka navdewletî ya der barê gelê ku 11 hezar şehîd di şerê li dijî DAIŞ‘ê dane cihê  şermê ye ku heta niha li hemberê êrişên Tirkiyê yên li ser vî gelê tu deng dernexistiye."

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rêxistinên navdewletî erka xwe ya mirovî li hemberî koçberên herêmên li gorî tê xwestin pêk ne anî û got: "Em bi xwe û Rêveberiya Xweser bi meclisên wê alîkariya hev din. Rêxistinên navdewletî bi hincetan erka xwe ya mirovî li beramberî koçberan paşguher kiriye."

(bb/bm)

ANHA