QSD`ê encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir.

QSD`ê encama şer û berxwedana 24 saetên dawî eşkere kir
24 mijdar, 2019   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya nivîskî ya QSD`ê wiha ye:

“Artêşa dagirker û komên çete di dîroka 23`ê mehê de, ji saetên sibehê heya êvarê li seranserê xeta eniyê êrişên xwe yên bi tang, top, çekên giran, balafirên bê mirov û hejmrek zêde çete domandin. Artêşa dagirker, ruxmê hevpeymanên agirbestê jî êrişên giran bir ser bajarokê Eyn îsa, rêya M4 a navdewletî û kampa penaberan a li nêzî rê.

EBÛ RASÊN

Komên çete yên artêşa dagirker li gundê Til Mihemed hewl dan bi piştevaniya çekên giran êrîş bibin ser qadên sîvîl û herêmên nû dagir bikin.

TIL TEMIR

Artêşa dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bê mirov êrîş birin ser herêmên li derdora gundên Leylan, Erîşa, Tewila û Ûm El-Xêr û hewl dan ku qadên nû dagir bikin. Hêzên dagirker bi awayek giran êriş birin ser çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî a Suryanî.

EYN ÎSA

Artêşa dagirker a Tirk û komên çete yên di bin serweriya wî de, piştî tevgerek giran a balafirên bê mirov, êrişên berfireh birin ser bajaroka Eyn Îsa, gundewarên wê û rêya M4 a navdewletî. Artêşa dagirker, ruxmê rêkeftinên heyî jî êrişên xwe yên li ser herêmên li derveyî rêkeftinê nade sekinandin.

Artêşa dagirker di saet 7ê sibehê de bi hejmarek gelek mezin ji çeteyên xwe, bi lêdana balafirên bê mirov, topbarana tang û obus û herwiha bi gulebarana çekên giran, ji 3 milan ve êrîş bir ser van herêman. Di encama êrişan de hejmarek sivîl koçber bûn, hejmarek birîndar bûn. Hêzên me û hêzên artêşa Sûriyê di çarçoveya parastinê de bersiva êrişan dan û li herêmê şerên giran qewimîn. Artêşa dagirker a Tirk, bi şev jî heya sibehê tevgera xwe ya amadekariya dagirkeriyê domandin.

Di encama êrişên artêşa dagirker bi balafirên bê mirov û obusan de 2 hevalên me şehîd ketin, 3 hevalên me brîndar bûn.”

(kc)