40 roj di ser şehadeta rojnamevan Saed Ehmed û Mihemed Reşo derbas bû

Her du rojnamevan Saed Ehmed û Mihemed Hisên Reşo ku di 13`ê Cotmeha derbasbûyî de ji ber bombebarana balafirên dewleta Tirk li dijî karwanê sivîlan şehîd bûn, îro di çilrojiya wan de, tên bibîranîn.

40 roj di ser şehadeta rojnamevan Saed Ehmed û Mihemed Reşo derbas bû
22 mijdar, 2019   07:26
QAMIŞLO

Îro çilrojiya komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li dijî karwanê sivîlên ku ber bi bajarê Serêkaniyê ve diçû, pêk anî. Armanca wan ku korîdoreke ewle ji bo rizgarkirina birîndarên di nexweşxaneya Serêkaniyê de vekiririn bû. Di encama bombebaranê de bi dehan sivîl, her wiha nûçegihanê ajansa me Saed Ehmed û nûçegihanê Çira TV’yê Mihemed Hisên Reşo şehîd bûn. Cenazeyê şehîd Saed Ehmed li goristana şehîdan a navçeya Til Temirê û cenazeyê şehîd Mihemed Hisên Reşo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hatibûn oxirkirin.

Hevrêyê me Saed ji navçeya Til Temirê ye. Navçeya Til Temirê bi jiyana hevbeş di navbera Kurd, Ereb û Asûriyan tê naskirin. Saed sala 2016`an tev li xebatên ajansê  me bû. Xwesteka wî ku rastiyê ji raya giştî re diyar bike û bûyerên ku di nava şoreşê de diqewimin, gav bi gav belge bike. Nûçegihanê me mînaka exlaq bû. Bê westandin ku her tim kameraya wî di destê wî de bû û li herêmê li rastiyê digeriya. Bi vê yekê bû stêrkeke din di nava şehîdên ragihandina azad de.

Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker rojnamevanên ku dixwestin bûyerên girêdayî êrişa dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge bikin, kirin hedef. Ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve rojnamevan Wîdad Ardemcî, Dilovan Gever, Mihemed Hisên Reşo û Saed Ehmed şehîd bûn, her wiha rojnamevan Ersîn Çaksu, Emel Yûnis, Şiyar Îbrahîm, Mihemed Ekincî, Bîrcan Delal, Rojbîn Ekîn, Gulan Botan, Dilsoz Yûsif, Abdulreşîd, Dilyar Cizîrî, Zozan Remedan û Welat Şêxo jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA