Desteya Aborî serjimariya zirerên di encama êrişên artêşa Tirk de eşkere kir

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser rêjeya zirarên aborî yên di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de rû dane eşkere kir. 

Desteya Aborî serjimariya zirerên di encama êrişên artêşa Tirk de eşkere kir
Desteya Aborî serjimariya zirerên di encama êrişên artêşa Tirk de eşkere kir
Desteya Aborî serjimariya zirerên di encama êrişên artêşa Tirk de eşkere kir
Desteya Aborî serjimariya zirerên di encama êrişên artêşa Tirk de eşkere kir
Desteya Aborî serjimariya zirerên di encama êrişên artêşa Tirk de eşkere kir
Desteya Aborî serjimariya zirerên di encama êrişên artêşa Tirk de eşkere kir
20 mijdar, 2019   14:49
QAMIŞLO

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhjilatê Sûriyê li pêşiya Navenda NY`yê ya bajarê Qamişlo protesto kirin. Bi dehan saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên Civaka Sivîl û endamên Desteya Aborî ya herêma Cizîrê beşdar bûn.

Xwepêşandêran wêneyên qurbaniyên êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pankartên bi nivîsên"Kel û pelên Tirkiyê boykot bikin"hilgirtin.Xwepêşandêran sloganên"Bijî berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên artêşa Tirk û na ji dagirkeriya Tirk re"berz kirin.

Daxuyanî bi zimanê Îngilîzî û zimanê Erebî hate xwendin.

Daxuyaniya Desteya Aborî wiha ye"Rêveberiya Xweser tevî zor û zehmetiyan bi armanca tevgerkirina qada aborî, çandiyê, pîşesazî û bazirganiyê pêdiviyên guncaw pêşkêş kir.  

Genim û nanê me dizîn Desteya Aborî diyar kir, ku siyaseta xwe rêvebirinê ne bi dilê dewleta Tirk û çeteyên wê ne, ji ber vê yekê êrişî depoyên Girê Spî Serêkaniyê kirin û genim û navê gelên me dizîn, di heman demê de avahî û kargehên pîşesazî û bazirganiyê desteser kirin."

Piştî daxuyanî bi dawî bû, hevseroka Koperatîfan Nebîla Mihemed serjimariya zirerên aborî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama êrişên artêşa Tirk rû dane xwend.

Serjemaniya zirerên aborî wiha ye:   Ji 9 Cotmehê û heta 5 Mijdara 2019`an rûbera çandiniyê li Girê Spî nêzî 4, 750, 000 donim e û li Serêkaniyê nêzî 1, 440, 000 donim e. 

Depo

Depoyên li herêmên ku hatine dagirkirin û hejmareyên di depoyan de ku hemû hatin dizîn, ev in:

1-            Depoya Dihlîz li Girê Spî, tê de 700 ton ji genim û 21 hezar ton ceh hebû.

2-            Depoya Sexîrat li Girê Spî ku lê 11 hezar û 700 ton ji genim lê hebû.

3-            Hejmara tofê dermankirî li Girê Spî 800 ton ji tof e.

4-            Deboya Aliya tê de 15 hezar ton ji genim hebû.

5-            Depoyên El-Sefih tê de 9 hezar ton ji genim.

6-            Depoyên Mebrûka lê hezar û 500 ton genim ku ji tof re hatibû amade kirin.

7-            Cehê li depoyên El-Sefih û Mebrûka 12 hezar ton ji ceh.

 

Hejmara giştî ya genim li depoyan li herêma Serêkaniyê û Girê Spî 42 hezar û 700 ton û 2 hezar û 300 ton ji tof e. 

Hejmara giştî ya ceh li Serêkaniyê û Girê Spî 33 hezar ton e.

Pemboyê li Serêkaniyê di depoya El-Sefih hate dizîn 2 hezar û 600 ton e.

Semad

Semadê li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê hene, hemû ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê hatin dizîn, 3 hezar û 200 ton e.

Sewaldarî

Hejmara giştî ya sewaldariyê ku li herêma Serêkaniyê û Girê Spî hate dizîn 278 hezar û 370 hezar serî pez e.

Dikanên bazirganiyê û sîna ku li herêma Serêkaniyê û Girê Spî hatin dizîn nêzî 700 heta hezar dikan e, ew jî li ser 2 beşan hatiye dabeşkirin, 300 pîşesazî û 57 bazarê û yên din giştî ne. li Serêkaniyê jî hejmara dikanan hezar û 200 dikan e, li ser 500 pîşesazî û 500 bazirganî û yên din giştî ne.

Firne

Hejmara firneyên li Serêkaniyê, 12 firne, li Girê Spî 17 firne, ev firne rojan e nêzî 400 ton ji ard dikir nan. Hemû ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê hatin dizîn. Her wiha 131 kargeh hatin dizîn û talankirin.

(eh-jo)

ANHA