Di merasîmê sersaxiyê de banga yekitiyê li hemberî komployan hate kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên wê sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin. Di merasîmê de banga yekitiyê li hemberî komployan hate kirin.

Di merasîmê sersaxiyê de banga yekitiyê li hemberî komployan hate kirin
16 mijdar, 2019   16:45
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî, berê xwe dane konê sersaxiyê yê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Udey Ebas (Îvan Humsî), Xalid Xelef (Zinar Qamişlo), Heqî Ehmê (Hesen Qamişlo) û şervana YPJ‘ê Suha Hemê (Zinarîn Amûdê), yên 11‘ê Mijdarê di bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Til Temir de şehîd bûn û welatiyê sivîl Amir El-Elî yê di teqînên bajarê Qamişlo 11`ê Mijdarê birîndar bibû û di 13`yê Mijdarê de şehîd bibû . Konê sersaxiyê li pêşiya goristana şehîd Delîl Saroxan hatiye vedan.

Beşdarên merasîma sersaxiyê wêneyên şehîdan hilgirtibûn û siloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê û dilsoziuya bi şehîdan re, bilind digotin.

Di bin konê sersaaxiyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga yekitiyê li hemberî komplo û êrişên li ser herêmê hate kirin.

(rr)

ANHA