Bi şevuhêreke helbestan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê

Helbestvanên kantona Hesekê bi şevbuhêrkeke helbestan piştgirî dan berxwedana QSD‘ê ya li hemberî êrişên dagirkeriya dewketa Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Bi şevuhêreke helbestan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
Bi şevuhêreke helbestan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
Bi şevuhêreke helbestan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
Bi şevuhêreke helbestan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
Bi şevuhêreke helbestan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
Bi şevuhêreke helbestan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
Bi şevuhêreke helbestan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
Bi şevuhêreke helbestan piştgirî dan Berxwedana Rûmetê
15 mijdar, 2019   16:24
HESEKÊ

Bi armanca pitşgiriya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Hesekê şevbuhêrkeke helbestan organize kir. Şevbuhêrk li avahiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV -DEM) ya bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Bi dehan helbestvan, rewşenbîr û şêniyên bajarê Hesekê di şevbuhêrkê de amade bûn. Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Yekîtiya Rewşenbîran şaxê Hesekê Mihemed Beşîr axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Beşîr da zanîn ku`` Li dijî gelê me yên li herêmên sînorî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di van demên dawî êrişên dijwar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne kirin. Di encamê de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 300 hezar kes neçarî koçberiyê bûn, lê ji bilî QSD`ê tu hêzan parastina gelê me nekirin, ji ber vê yekê di vê qonaxê de divê tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî berxwedanê bibin. Herî kêm dikarin kelûpelên Tikrî baykot bikin.``

Helbestvan Anahîta Sîno, Mistefa Sîno, Stêr Ebdî, Bawer Can û Feyrûz Reşik`` helbest li ser berxwedana QSD‘ê xwendin.

(rr)

ANHA