Roja 37`an a şer û berxwedanê… gundewarên Aşûriyên Til Temirê topbaran kirin

Duh gundewarên Til Temirê û bi taybet ên Aşûriyan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi dijwarî hatin topbarankirin. Her wiha di teqandina navendeke çeteyan li Serêkaniyê de 5 çete hatin kuştin.

Roja 37`an a şer û berxwedanê… gundewarên Aşûriyên Til Temirê topbaran kirin
15 mijdar, 2019   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 37`an a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dagirkeran û çeteyên wan êrişên li dijî gundewarên Til Temirê dijwartir kirin û vê carê gundên Aşûriyan kirin hedef.

Li gundewarên Til Temirê topbaran û li Serêkaniyê teqîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê bi tank, top û moşekan topbaran kir. Piştî şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker da, li navenda gundê Dawidiyê, Erîşa, mezreyên Îşe û Gebro şer derket. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana li ser herêmê û cihên şûnwarî dewam kir.

Şevtira din li navenda gumrikê ya Serêkaniyê ku çeteyên Sultan Murad ji xwe re kiriye baregeh, teqînek pêk hat, di encama wê de 15 çete hatin kuştin, her wiha gelek jî birîndar bûn.

Wekî her carê artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê dest bi dizî û talankirina mal û milkên şêniyên gundewarên Til Temir a herêma Cizîrê kir.

QSD: Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişên li ser gundewarên Aşûriyan zêde kirin

QSD`ê duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên li ser herêmên Aşûriyan ên bakurê Til Temirê dijwar kirin û sivîlan dikin hedef. Her wiha QSD`ê tekez kir ku di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 4 şervanên wan û çend şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî, şehîd bûn.

Dewriyeya hevbeş li Dirbêsiyê derket û hêzên rejîma Sûriyê li ser sînorê Dêrikê belav bûn

Duh di saetên sibê de dewriyeya Rûsî-Tirkî li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê derket.

Her wiha hêzên rejîma Sûriyê li gelek gundewarên sînorê herêma Dêrikê û Girkê Legê belav bûn. Belavbûna wan li ser esasê lihevkirina berê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê de ye.

(bx)

ANHA