Li rojhilatê Kobanê dewriya artêşa dagirker û polîsên Rûsya destpê kir

Li gundên rojhilatê Kobanê, polîsên leşkerî yên Rûsya û artêşa Tirk a dagirker dewriya hevbeş hate destpêkirin.

Li rojhilatê Kobanê dewriya artêşa dagirker û polîsên Rûsya destpê kir
12 mijdar, 2019   09:45
KOBANÊ

Dewriya artêşa dagirker ji gundê Maris Mîle (Merc Ismaîl) derbasî axa Sûriyê bû û bi polîsên Rûsya re berê xwe dane gundên rojhilatê Kobanê.

Wekî her carê jî, şêniyên gundên Kobanê kevir li dewriya artêşa dagiker dan û redbûna xwe der barê hebûna artêşa Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê red kirin.

(kc)

ANHA