Tevgera Ciwanên Şoreşger sersaxî da malbata şehîd Serxwebûn

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê berê xwe da gundê şehîd Serxwebûn û sersaxî ji malbatên wî re xwest.

Tevgera Ciwanên Şoreşger sersaxî da malbata şehîd Serxwebûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger sersaxî da malbata şehîd Serxwebûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger sersaxî da malbata şehîd Serxwebûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger sersaxî da malbata şehîd Serxwebûn
Tevgera Ciwanên Şoreşger sersaxî da malbata şehîd Serxwebûn
11 mijdar, 2019   13:11
QAMIŞLO

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ji hemû herêmên Cizîrê li xaçerêya gundê Til Cemal a navçeya Girkê Legê cihê şehîd Serxwebûn Elî jê dayîk bûye ku erebeyeke leşkerî ya girêdayî dewriya Tirkiyê li ser sînor pê lê kir û şehîd bû, kom bûn.

Çalakvan bi meşekê ber bi gund ve ketin rê û pankartên "Şehîd Serxwebûn sembola Berxwedana Rûmetê ye" hildan.

Her wiha beşdaran wêneyên şehîd Serxwebûn, alên QSD`ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan rakirin û dirûşmên silavkirina berxwedana QSD`ê berz kirin.

Li bin konê sersaxiyê yê şehîd Serxwebûn, beşdaran deqeyekê rêz girt, paşê endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Sadiq Mihemed axivî û got QSD di Berxwedana Rûmetê de li dijî faşîzma dewleta Tirk û çeteyên wê planên dewleta dagirker hemû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pûç kirin.

Mihemed wiha axivî: "Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina şoreşa azadî û rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina destkeftiyên gelê me ye."

Mihemed wiha pê de çû: "Tevgera Ciwanên Şoreşger dê têkoşîna xwe li dijî faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê heta pêkanîna serkeftinê û bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike."

Her wiha bi navê malbata şehîd, Zozan Elî axivî û spasiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li ser meşa wan kir û got ku ev meş name ye ji dagirkeriya dewleta Tirk re û wiha got: "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna wan li ser xaka xwe qebûl nakin, dê di ser laşê me re derbasî welatê me bibin."

Çalakî bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(jo)

ANHA