2 leşkerên rêjîmê bi mayîneke dewleta Tirk li Zirganê birîndar bûn

2 leşkerê rêjîma Suriyê bi mayîneke ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên navçeya Zirganê çandibûn, birîndar bûn.

2 leşkerên rêjîmê bi mayîneke dewleta Tirk li Zirganê birîndar bûn
2 leşkerên rêjîmê bi mayîneke dewleta Tirk li Zirganê birîndar bûn
2 leşkerên rêjîmê bi mayîneke dewleta Tirk li Zirganê birîndar bûn
2 leşkerên rêjîmê bi mayîneke dewleta Tirk li Zirganê birîndar bûn
10 mijdar, 2019   08:59
HESEKÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku mayîneke ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nûsra li gundên navçeya Zirganê ya girêdayî bajarê Serêkaniyê çandibûn, bi 2 leşkerên rêjîma Suriyê de teqiya. Di encamê de her du leşker birîndar bûn.

Nûçegihanan diyar kirin ku destwerdana lezgîn ji leşkerên birîndar re li naxweşxaneya şehîd Xebat li navçeya Dirbesiyê hatiye kirin, piştre ew rakirine naxweşxaneyên bajarê Hesekê. 

ANHA