Di demeke nêz de av digihêje taxa Benî Zêd a Helebê

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd ji bo gihandina avê li 30 malbatên li taxa Benî Zêd, dixebite.

Di demeke nêz de av digihêje taxa Benî Zêd a Helebê
7 mijdar, 2019   13:16
HELEB

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dest bi projeya xwe ya gihandina xeta avê bi dirêjiya 100 metre li taxa Benî Zêd a li Helebê kiriye, da ku avê bigihîne şêniyên taxê.

Taxa Benî Zêd di dema ku çeteyên bi navê "Lîwa Şûheda El-Bedir" de di nêviyê Cotmeha 2012 serwer kir, bi giranî hate bombebarankirin û şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de pêk hat, binesaziya wê hemû hate rûxandin.

Piştî derxistina çeteyan ji taxê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê di sala 2016`an de, 30 malbat vegeriyan taxê.

Şêniyên taxê gelek daxwaz ji Şaredariya gel a taxa Şêxmeqsûdê re rakirin, da ku avê ji wan re peyda bikin û torên avê sererast bikin.

Tîmên pîşeyî yên şaredariyê dest bi kolandina xetên bi dirêjiya 100 metre kir. Her wiha jî kar û xebata gihandinê avê didome.

Li gorî berpirsên li ser projeyê ku dê 4 roj ji bo bidawîkirina projeyê dirêj bike û av bigihêje hemû malbatên li taxa Benî Zêd.

ANHA