Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest

Bi sedan şêniyên bajarê kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn re li konê sersaxiyê yê li Gortistana Şehîd Dicle, xwest.

Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwest
7 mijdar, 2019   13:07
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê kobanê tevî endam û rêveberiyên saziyan beşdarî konê sersaxiyê yê şehîd Hîşar Mislim (Îbo Can), Ebdo Elî Nesan (Kenda Jiyan), Mehmûd Hiro(Bakur Kobanê), Xerîb Ismaîl (Tamara Zagros) û Welîd Mustafa (Şoreş îdanî) yên ku li Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsa di şerên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, ku li qada Goristana Şehîd Dicle ya ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatibû vedan, bûn.

Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Almaz Rûmî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha axivî: " Dewleta Tirk êrişeke  barbarî û nemirovî  li dijî herêmên me û komkujiyan der heqê şêniyan de pêk tîne."

Almaz Romî piştrast kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk(QSD) ji ber tevahî mirovahiyê ve şer dike û dê ev berxwedan bi serkeftinê tacîdar bibe.

Merasîma sersaxiyê heta seatên êvarê dewam dike.

ANHA