Koçberek ji Serêkaniyê sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê vegotin

Abdulhadî Mihemed deteyên sê rojên ji komkujiyên hovane yên ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li Serêkaniyê rû dane vedibêje

Koçberek ji Serêkaniyê sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê vegotin
Koçberek ji Serêkaniyê sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê vegotin
7 mijdar, 2019   07:13
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN-ŞÎNDA EKREM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ji 9`ê Cotmehê ve bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Her wiha bi awayekî yekser di destpêkê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî kirin hedef.

Şêniyên Serêkaniyê dema ku bomberbarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser bajêr pêk hatiye, kêliyên trajedîk bi çîrokên êş û azariyê dagirtî jiyane. Ew çîrok veguherîne kabusan ku hovîtiya wê ji hişê wan bi der nakeve. Jê çîroka koçberê bi navê Abdulhedî Mihemed ê ku bi zorê ji bajarê xwe piştî ku hate dagirkirin, koçber bûye.

Abdulhedî Mihemed (60) ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ye. Deteyên 3 rojên mayîna wî li Serêkaniyê ji destpêka êrişan ve vegotin.

Mihemed dibêje di 9`ê Cotmehê saet 4:00`an ber êvarê de, ji ber hovîtiya ku rû daye ji bîra wî naçe. Hejmareke balafirên şer bi dijwarî bajarê Serêkaniyê bomberbaran kir. Taxên El-Mişêrfe, El-Hewarne û Zorava tevî gelek taxên din kirin hedef. Di encamê de sivîl, di nav de jin, zarok û kalepîr şehîd bûn. Her wiha hinek şewitîn û êdî nayên naskirin, li gel tevliheviya ku di nav bajêr de çê bûye. Piştre artêşa Tirk a dagirker bi top û moşkan bajarê tijî şênî topbaran kir.

Mihemed piştrast kir ku topbarana dijwar û bêserûber îsbat dike ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê qirkirina gelê Serêkaniyê armanc dikin. Rewş gelek xeter bû ku şênî neçar man ji malên xwe ji ber tirsa li ser jiyana zarokan, bi der kevin.

Mihemed wiha domand: "Piştî derketina jin, zarok û  kalepîran, 3 rojan di bin bombebarana balafir û topbarana topavêjan de di mal de mam. Her der dikirin hedef, heta dibistan û nexweşxane jî bê par neman. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji Cebhet El-Nusra û bermahiyên DAIŞ`ê ji aliyê sînor ve êrişî bajêr kir. Çeteyan hewl dida bajêr dorpêç bikin ku hejmara herî zêde ji şêniyan bikujin."

Di nav gotinên xwe de Mihemed destnîşan kir, dema ku çete derbasî taxekê dibûn, yekser sekvanên xwe li ser banên avahiyên bilind bi cih dikirin. Bê cudahî, leşker, sivîl anku hemû kesên ku di bajêr de mane dikirin hedef. Ev ji bilî rewşên kuştinên meydanî yên ku der heqê sivîlên ku di nav taxan de mane, pêk hatine.

Mihemed piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî dagirkirina beşek ji bajêr, kalepîrek temenê wî dighêje 100 sal dema vedigerî mala xwe li taxa El-Mehta da ku hinek tiştên xwe bîne bi guleya sekvanekî hate kuştin.

Mihemed wiha domand: "Piştî wê ji ber dijwariya topbaranê, mayîna di bajêr de ne gengaz bû. Ji ber wê tenê koçberî li pêşiya me bû. Di 11`ê Cotmehê de em ji bajêr derketin, lê çavên me li vegerê bûn. Vegera bajarê ku me zarokatî û ciwantiya xwe lê derbas kiriye û me ava kiriye."

Di dawiyê de Abdulhedî Mihemed bang li rêxistinên mirovî, mafên mirovan û civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin, rê li pêşiya komkujî û sûcên dewleta Tirk a dagirker der heqê gelê Sûriyê de bigirin, dagirkirinê bi dawî bikin û şêniyan vegerînin warên wan.

(şx)

ANHA