Di merasîma şehîdan de, pêkhateyên Tirbespiyê soza berdewamkirina berxwedanê da

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê di merasîma 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê de, soza berdewamkirina berxwedanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker da.

Di merasîma şehîdan de, pêkhateyên Tirbespiyê soza berdewamkirina berxwedanê da
Di merasîma şehîdan de, pêkhateyên Tirbespiyê soza berdewamkirina berxwedanê da
Di merasîma şehîdan de, pêkhateyên Tirbespiyê soza berdewamkirina berxwedanê da
Di merasîma şehîdan de, pêkhateyên Tirbespiyê soza berdewamkirina berxwedanê da
6 mijdar, 2019   12:48
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê merasîma îlankirina 8 şervanên Hêzên Suriye Demokratîk(QSD) ên li Serêkaniyê di Berxwedana  Rûmetê de şehîd bûbûn, li dar xist.

 Navên şehîdan wiha ne: Mûsa Cûma (Botan Tirbespiyê), Xalid Izo (Xebat Tirbespiyê), Ehmed Osman (Rêwan Tirbespiyê), Raêd El-Nedas (Bêkes Qendîl), Dilo Silêman (Mazlûm Xeznê), Mahir Mihemed (Baz Iwêne), Usama El-Henzal (Idrîs Tirbespiyê) û Raêd El-Wero (Rodî Um Izam).

 Merasîm di konê li pêşiya Navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê hatibû vegirtin de, li dar ket û bi hezaran pêkhateyên nevçeyê beşdar bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Îfram Ishaq, li ser navê Meclîsa Suriye Demokratîk(MSD) Hikmet Hebîb, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) hevseroka partiyê  Eyşe Hiso û li ser navê Partiya Demokratî ya Kurdistanê El-Partî sekertêrê partiyê Ebid El-kerîm Siko, axivîn.

Axêveran piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de ferqê naxe navbera pêkhateyan. Lê belê qirkirina gelên resen ên herêmê û guhertina demografîk dike armanc. Ev yek di topbaranên li dijî bajarê Qamişlo de û destpêkê hedefgirtina taxên ku gelê Suryanî lê jiyan dike, diyar bû.

Axêveran gotin ku piştgirya hemî pêkhateyan ji şervanên QSD`ê re hişt ku projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe xala sereke di çareseriya aşîtyane li Suriyê de. Her wiha jî berdelên ku gelên herêmê dane, bûn sembola azadiyê û jiyana hevbeş di nav pêkhateyên herêmê de. Axaftvanan soza berdewamkirina berxwedanê heta serkeftinê û têkbirina planên dagirkeriyê, da.

Piştre wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Merasîm bi tilîlî û diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA