Ciwanên Reqa: Em bihustek ji xaka Sûriyê bernadin

Ciwanên Reqayê bang li ciwanên li hundir û dervî Sûriyê kirin ku li hember dagirkeriya Tirkiyê di yek rêzê de bisekinin. Her wiha gotin kir ku ew derfet nadin ku buhestek ji xaka wan were dagirkirin.

Ciwanên Reqa: Em bihustek ji xaka Sûriyê bernadin
5 mijdar, 2019   14:25
REQA

Bi dehan ciwanên gundewarên başûrê Reqayê li navenda çalakiyên ciwanan a li El-Kisrat kom bûn û der barê bêdengiya navdewlestî ji ber êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelên herêmê de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdeyê ya navenda çalakiyên ciwanan Izedîn Abdullah ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşîst ji 9`ê Cotmehê ve û heta roja îro êrişî herêmên Bakurû Rojhilatê Sûriyê dike. Encamên pir neynî ji ber çêbûn. Armanca projeya osmanî ew e ku dest deyne li xêr û bêrên welatê me û xeteriyê li ser aramî, ewlehiya Sûriyê her wiha herêmê çêdike. Armanca wan ku nasnameya herêmê biguhêrin, nemaze piştî ku zêdeyî 300 hezar kes ji şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê, dan koçberkirin.  

Em ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaset û gefên li dijî me red dikin. Em projeya hovane ya dewleta Tirk ku dê zerarê bide herêmê, red dikin. Bêdengiya navdewletî li beramberî sûcên mirovahiyê tê wateya destekdayîna ji êrîş û koçberkirina gelên herêmê re.

Em ciwanên Reqayê dê li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Em derfet nadin ku dagirker derbasî herêmên me bibin. Em bihustek ji xaka Sûriyê bernadin. Em ê bi hemû hêza xwe parastina xaka Sûriyê ji Cerablus, Efrîn, Idlib, Ezaz, Bab heta Girê Spî û Serêkaniyê bikin. Me gelek şehîd dan û em ê ji bo serkeftinê her tiştê giranbûha feda bikin.

Em bang li tevahî ciwanên Sûriyê yên li hundir û derveyî welêt dikin ku parastina xaka xwe bikin û li hember êrişên hovane û sûcên li dijî mirovahiyê û sivîlan, bisekinin."

(bx)

ANHA