HRE: 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di rêzeçalakiyên tolhildanê li Efrîn û Ezazê, 3 çete hatin kuştin.

HRE: 3 çete hatin kuştin
4 mijdar, 2019   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijdarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û Ezazê rêzeçalakiyên tolhildanê li dar xistin.

Di dîroka 3`yê Mijdarê de li gundê Vîla Qadî ya ser bi navçeya Şera li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Di dîroka 3`yê Mijdarê de li gundên Cilbirê û Basilê yên ser bi navçeya Şêrawa li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên me 2 çalakiyên bi bandor li dar xistin. Lê belê encama her du çalakiyan jî nehat zelalkirin.

Di heman dîrokê de hêzên me li gundê Kil Cibrîn a herêma Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 çalakiyên sekvanî li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî çalakiyên hêzên me gundên Soxanekê, Aqîbê û Bênê yên girêdayî navçeya Şêrawa û herwiha gundên Malikiyê, Şewarixa û Kela Şewarixa yên navçeya Şera ku piranî gelên sivîl lê dijîn bi dijwarî topbaran kirin.”

(kc)