Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in

Li her cihekî di herêmên sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê de, taybet li herêmên rastî êrîşên dewleta Tirk hatine de rûxandin heye. Tevî ku mal jî hatine rûxandin, şêniyên wan herêman dixwazin vegerin û malên xwe tamîr bikin. Lê dibêjin ji kiryar û komkujiyên çeteyên dagirkeriyê bi tirsin. Şênî dibêjin ew li ser rêkeftinên navdewletî yên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne rihetiyê dikşînin.

Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in
Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in
Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in
Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in
Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in
Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in
Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in
Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in
Êrîşên Tirk welat dirûxîne, şênî jî li ser rêkeftinan bi guman in
4 mijdar, 2019   06:27
QAMIŞLO

Ji 9`ê Cotmeha derbasbûyî ve, artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên wê yên Cebhet El-Nusre û DAIŞ`ê, êrîş Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Têde piraniya bajar û bajarokan hatin hedefgirtin. Heta niha li gor serjimartina dawî ya Heyva Sor a Kurd, 235 sivîl bûne qurban 22 zarok dinav de û 677 din jî birîndar bûn.

Li gundên ku rastî êrîşên dewleta Tirk hatine, rûxandin û xirabûna ku li pêş çavên şêniyên wan gundan naçin, belav bûye. 

Şûna wan êrîşan, hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dibin. Malên şewitî, rûxandî, li her derê parçeyên topan balav bûye û di dîwar û malên sivîlan de cî girtine. 

Li gundê Xerza ya 200 m ji aliyê başûr ve dûrî sînore û ser bi navçeya Amudê ya 24Km dikeve rojavayê bajarê Qamişlo, kalemêrê di heftê saliya xwe de Omer Yûsf Hedo hebû.. xaniyê xwe yê rastî topa artêşa Tirk a dagirker hetiye, tamîr dikir. 

Kalê Hido ku ji ber hovîtiya êrîşên dagirkeriyê gazin dikirin, ji nûçegihanê ajansa me ANHA`yê re wiha got:``Xweda alîkarê me be, binêre her derê rûxandin û xirabeye, şûna topên topavêj û hawinan in.`` destnîşanî Erdogan kir û got``Xweda jê ne razî be``. 

Hido di çarçoveya mala xwe ya hatiye rûxandin de, bi pêşhatên siyasî yên bi pêşkeftinên li ser erdê rûdidin re mijûle û li ser niyetên hêzên nevdewletî bi şik û gûmane dibêje`` Heta niha em derbarê wan rêkeftinan de ne rihetin. Ji 8 salan ve dewletên mezin sozan didin gelê Sûriyê, lê heta niha tiştek tune ye û êrîşên li ser herêmê berdewam in, mala gel hate rûxandin, milk hate talankirin û hîna ji bilî gotinan me tiştek ji civaka navdewletî nedîtiye.``

Welatiyê bi navê Ebdulxenî Hecî Hemîd ê ji heman gundî, gazinên xwe bi yên Hido re parve dike û ew jî li hemberî cidiyeta helwesta navdewletî bi şik û gumane, wiha got:`` Berî her tiştekî em wek berê aramiyê û ewlehiyê didxwazin, heta niha me tu tiştek ji wan rêkeftinan nedîtiye, wek hûn dibînin topek li banê mala ketiye û ji ber wê ewqas mala min hatiye rûxandin. Em dixwazin hêzên nevdewletî parastina sînor bikin û nehêlin derbaskirin û binpêkirin rû bidin.`` 

Wek gundên din ên bûna armanca artêşa dewleta Tirk a dagirker, gundê Bohêra ya 400m dikeve başûrê sînorê Sûriyê û Tirkiyê û li rojavayê navçeya Amûdê ye, ji topbarana dewleta Tirk xilsa nebûye û çeprast rastî topên topavêjan hatiye û di encamê de ziyanên madî mezin bi mal û cihên niştecîbûnê kirine.

Ji ciwanên gundê Bohêra Şemas Îsa jî ev tişt anîn ziman:`` Armanca Tirkiyê ne avakirina herêma bi ewle ye, lê berovajî wê dixwaze herêmê dagir bike, em ji êrîşên dagirkerî yên Tirk li ser herêmê bi tirs û bi fikarin, çeteyên li gel artêşa Tirk didizin, talan dikin û dikujin, Hêzên Sûriya Demokratîk niha ji herêmê vekişîne, li wan deran dewriyeyên Rûsya û Amerîka digerin, lê heta niha me ti sûd û fayde ji wê yekê nedîtiye, hîna êrîş li ser xaka me berdewam in!!.``

(rr)

ANHA