Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 12 gund radestî hêzên Rûsyayê kirin

Dewleta Tirk a dagirker 12 gundên li derdora M4 û yên di navbera Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê radestî hêzên Rûsyayê kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 12 gund radestî hêzên Rûsyayê kirin
31 cotmeh, 2019   12:58
EYN ÎSA

Ajansa ANHA’yê navên 4 gundên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker radest kirine ji çavkaniya ku nêzî rejîma Sûriyê wergirtin.

Navên gundan wiha ne; Ebû Xerza, Faris, Kefîfe û Xifye yên bakurê navçeya Eyn Îsayê.

Li gor ku çavkanî piştrast kiriye, çete ji gundên li derdora M4 vekişîn. Lê vekişîn bi temamî li wan gundan pêk nehatiye.

(fr)

ANHA