`Min bêriya dibistan, mal û bajarê xw kiriye`

Çîçek Ferec a 9 salî ya ji Serêkaniyê koçber bûye bi van gotinan hestên xwe yên bêrîkirina mal û dibistana xwe rave dike "Min bêriya dibistan, mal û bajarê xwe kiriye. Ez dixwazim zû vegerim wir. Ez ji balafiran û dengê topan ditirsim."

`Min bêriya dibistan, mal û bajarê xw kiriye`
`Min bêriya dibistan, mal û bajarê xw kiriye`
`Min bêriya dibistan, mal û bajarê xw kiriye`
`Min bêriya dibistan, mal û bajarê xw kiriye`
`Min bêriya dibistan, mal û bajarê xw kiriye`
31 cotmeh, 2019   06:42
QAMIŞLO-ŞÎNDA EKREM

Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên wê yên der heqê gelên herêmê de bi taybet li herêmên ku dagir kirine mîna Serêkaniyê û Girê Spî çalakiya konvedanê di 28`ê Cotmehê de li ber avahiya NY`î ya li Qamişlo dest pê kir. Dema mirov derbasî konê çalakiyê dibe şûnên koçberiyê li rûyê şêniyan bi taybet zarokan belî dibin.

Zaroka bi navê Çîçek Ferec a 9 salî tevî malbat û şêniyên bajarê xwe zehmetiyan dikşîne. Di bin konê çalakiyê de digere. Her roj tevî bavê xwe yê ku kêncên spî a bi nivîsa "Serêkaniyê dîrok e" li xwe kiriye û di destê wê de wêneyek qurbaniya topbarana Tirkiyê derdikeve û li ber avahiya NY`î li bajarê Qamişlo tev li çalakiyê dibe.

Çîçek beriya êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmehê de her roj serê sibeha şiyar dibû. Dayîka wê, cil lê dikirin û amade dikir ji bo ku biçe dibistanê. Bav ew dibir dibistanê. Ev deteyên jiyana wê ji bîra wê naçin.

Çîçek li rex bavê xwe li Parka Arî li hember avahiya NY`î ya li bajarê Qamişlo rûniştibû û pê re diaxivî: "Em ê kengî vegerin bajar û mala xwe? Kengî ez ê biçim dibistanê? Em ê zû vegerin ne wisa?"

Bi çend gotinan Çîçek bêrîkirina xwe rave dike: "Min bêriya dibistan, mal û bajarê xwe kiriye, ez dixwazim zû vegerim wir. Ez ji balafir û dengê topan ditirsim."

(şx)

ANHA