Bi rondikên çavan li ser rê rûniştiye û li mala xwe dinêrê çawa tê topbarankirin

 Ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê li ser gundê Erîşa, şênî ber bi deverên ewle ve dikevin rê. Zehra Îsmaîl ji ber topbaranê ji gundê xwe derket wiha dibêje:"Hey xweda ma em ê ji ber dewleta Tirk, Cebhet El-Nusra û DAIŞ bi ku ve biçin?."

Bi rondikên çavan li ser rê rûniştiye û li mala xwe dinêrê çawa tê topbarankirin
29 cotmeh, 2019   06:31
HESEKÊ -BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk, Cehbet El-Nusra û çeteyên DAIŞ'ê agirbesta ku hatibû îlankirin binpê dikin û êrîşî gundê Erîşa, Salihiyê û gelek gundên din dike. Di encama topbaranê jiyana gelek sivîlan di xeteriyê de ye û hin ji wan jî ber bi deverên ewle ve ketine rê.

Jina Ereb a bi navê Zehra Îsmaîl ku ji bi çavên girî û qenîneya avê di destê wê de ye,  ji mala xwe derket û ber bi gundên di bin ewlehiya hêzên QSD'ê de ketiye rê.

'Binêrin çawa gund û malê me dişewitînin'

Zehrayê got, ji ber dewleta Tirk û çeteyên El-Nusrayê gundên wan topbaran dikin ez û lawê xwe bi rev derketin û wiha dom da axaftina xwe:"Dewleta Tirk û çeteyên wê malê me û gund tevahî şewitandin. Binêrin çawa gund û malê me dişewitînin, mîna ku agir bi dilê min dixin. Lawirên ku me jê sûd werdigrt ew jî di malê de man û em nizanin ku dê çi ji wan were. "

'Min qenîneyek avê li ser rê dît, pê devê xwe şil kir'

Zehrayê bang li cîhanê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku êdî vî şerî bisekinînin û wiha pêde çû:"Bila şer êdî raweste, em gelekî westiyan û niha zivistan tê, ma ka em ê çawa bikin? Tiştekî me nîne ku em li ser rakevin û xwe pê germ bikin. Em zarokên xwe bi ku de birevînin û wan biparêzin? Em ê niha li kolanan bê xwarin û vexwarin bimînin, dema ku ez derketim min ev qenîna avê li ser rê dît û pê devê xwe şil kir û niha wê kî agirê di hundirê me de vemrîne û bi êşa me hîs bike?. "

'Xwedê pergala dewleta Tirk û Cebhet El-Nusrayê hilweşîne'

Zehrayê diyar kir ku ev 14 roj in lawekî kurê wê çêbûye û ji roja rojbûna wî de heya vê kêliyê kêliyekê em bi aramî li mala xwe rûneniştiye û wiha dirêjî da gotina xwe:"Ma çi gunehê vî zarokî ye ku bibe şahidê van rojên bi êş, me tiştekî guneh di jiyana xwe de nekiriye çima ewqase tişt bi serê me de tên?. Xwedê pergala dewleta Tirk û Cebhet El-Nusrayê hilweşîne mîna ku çawa agir berdan dilê me, di vê zivistanê de em koçber kirin, zarokên me tî û berçî û li çolan hiştin."

'Ez bê tiştek derketim nûçegîhanekî du qenîneyên avê, serdîn û penêr dane min'

Zehrayê got ku nûçegihanekî du qenîneyên avê û serdîn û penêr dane wê û wiha dom kir:"Ez bê tiştek ji mala xwe derketim û min her tişt li peyî xwe hişt, nûçegîhanekî du qenîneyên avê, serdînek û penêr dane min, niha min xistiye kîsekî da ku pê tîbûn û birçîbûna xwe û zarokê xwe bisekinînim."

Bendewarî...

Zehrayê bi çavên tijî rondik û bi dilekî xemgîn û bi hêviya vegera mala xwe li ser rêkê rûniştiye û li gundê xwe dinêre ku çawa ji aliyê dewleta Tirk, çeteyên El-Nusra û DAÎŞ'ê ve tê topbaran dikin.

ANHA