‘Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên kolekirina gel têk birin’

Endama Koordînasyona Kongre Star Medya Mihemed îşaret pê kir ku berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, planên navdewletî yên ku dîsa hewl didin dîsa gelên herêmê kole bikin û mêtîngeriyê pêk bînin, têk birin.

‘Berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê planên kolekirina gel têk birin’
27 cotmeh, 2019   13:26
QAMIŞLO

Meclisa Navçeya Tirbespiyê li holeke ku dikeve bakurî navçeyê, civînek li dar xist. Di civînê de endama Koordînasyona Kongre Star Medya Mihemed geşedanên dawîn ên li herêmê rû didin ji gel re parve kirin. 

Civîn bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyên civaka sivîl li dar ket. Endama Koordînasyonê Medya Mihemed wiha di civînê de axivî: "Berjewendiyên hemû dewletan li ser vegera mîtîgerkirina galen kom bûn ku projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Da ku gelên gel negihîjin azadiya xwe. Ji lewre şerê dawîn ku pêk hatiye hedefgirtina ne tenê pêkhateyekê ye, lê belê tevahî pêkhateyan e."

Medya Mihemed got, ku hevgirtina hemû pêkateyan a bi armanca rizgarkirin û berxwedana bêhempa ya ku QSD`ê pêk aniye, hemû komployên jinûvekolekirina gelan, vala derxistin û dê berxwedan ji bo parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan bi dest ketine, bidome.

Di dawiyê de, Endama Koodînasyona Kongre Star Medya Mihemed diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amade ye diyalogan bi hemû aliyan re bi pêş bixîne, da ku şer li herêmê pêk neyê û civakeke azad û demokrat ava bike.

(eh) 

ANHA