Konê çalakiyê li Minbicê didome

Konê çalakiyê ku li navenda bajarê Minbicê hatiye vedan di roja 7`emîn dewam dike.

Konê çalakiyê li Minbicê didome
Konê çalakiyê li Minbicê didome
Konê çalakiyê li Minbicê didome
Konê çalakiyê li Minbicê didome
Konê çalakiyê li Minbicê didome
Konê çalakiyê li Minbicê didome
Konê çalakiyê li Minbicê didome
Konê çalakiyê li Minbicê didome
26 cotmeh, 2019   13:52
MINBIC

Di bin konê çalakiyê de bi navê Hêzên Ewlekariya Hundrîn a Minbic û gundewarên, Endamê hêzên Hewarî Osman Xidir El-Bekar axivî û tekez kir ku ewê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û heta dawiyê dê parastina bajarê xwe bikin.

Her wiha ji rêveerên Hêzên Ewlekariya Hundrîn Mihemed Hemada Ezîz berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.

Mihemed di axaftina xwe de wiha got:"Em tu carî xwîna şehîdên xwe ji bîr nakin. Em weke hêzên hundrîn ji her tiştî re amde ne, ne li Minbic lê belê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Paşê sînevizyonek der berê komkujiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, hate pêşandan.

(bx)

ANHA