‘Berxwedana me rewa ye û hevpeymanên hebûna me tune dikin red dikin’

Pêkhateyên Qamişlo êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, her wiha diyar kirin ku artêşa Tirk zarokan bi fosforê qetil dikin, ji ber vê berxwedana wan rewa ye, di heman demê de komplo û hevpemanên li dijî hebûna xwe red kirin.

‘Berxwedana me rewa ye û hevpeymanên hebûna me tune dikin red dikin’
‘Berxwedana me rewa ye û hevpeymanên hebûna me tune dikin red dikin’
‘Berxwedana me rewa ye û hevpeymanên hebûna me tune dikin red dikin’
‘Berxwedana me rewa ye û hevpeymanên hebûna me tune dikin red dikin’
‘Berxwedana me rewa ye û hevpeymanên hebûna me tune dikin red dikin’
‘Berxwedana me rewa ye û hevpeymanên hebûna me tune dikin red dikin’
26 cotmeh, 2019   13:45
QAMIŞLO

Îro Kongreya Star bi slogana"Na ji dijmin û biyaniyên li ser xaka me re"li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser navçe, bajarok, bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşeke li dar xistin û bêdengiya civaka navdewletî şermezar kirin.

Meş ji ber çerxerêya şehîdên Enteryonalîst a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo dest pêkir û ber bi Goristana şehîd Delîl Saroxan ve çûn. Meş bi beşdariya sedan şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên wê, endamên Kongreya Star, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî bi rê ve çû.

 ‘Na ji dagirkeriya dewleta Tirk a DAIŞ`î re’

Meşvanan pankartên bi zimanê erebî, kurdî, suryanî û îngilîzî hatin nivîsandin hilgirtin.

Meş li Goristana Delîl Saroxan veghurî mîtîngê. Paşê, ser navê Koodînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Heyfa Erebo axivî û berxwedana lehengên di çerperên şer û di nava Berxwedana Rûmetê de li ber xwe didin, silav kir û wiha dewam kir: “Me li pêşiya çavên dinyayê li ber xwe da û di oxira parastina xak û rûmetê li dijî êrişên artêşa Tirk, bi sedan şehîd da, artêşa Tirk bi îdîaya parastina sînor mal û milkên gelan talan dikin, zarokên me bi fosforê qetil dikin û beramberî vê hêj cîhan bêdeng e.” 

Heyfa got, ji destpêka şoreşê û heta îro li dijî gelê herêmê komplo berdewm in û wiha pê de çû: “Gelên me li ber xwe dan û têkoşiyan, îro dewleta Tirk a dagirker dixwaze em xwe radest bikin, dixwaze destkeftiyên hatine bidestxistin talan bike, vîna azad a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya çavên cîhanê û civaka navdewletî ku qaşo banga mafên mirovan dike, tune bike.”

Heyfa bal kişand ser ku ew êrişî tu kesî nakin, berevajî vê yekê parastina hemû gelan dikin û di cîhanê de bûne nimûne, her wiha got: “ Me her kes fêrî pîvanên mirovahiyê kir, ji ber vê yekê berxwedana me berxwedaneke rewa ye.”

Heyfa di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “ Em ji her tiştî re amade ne, em nahêlin xaka me dagir bibe, em hevpeyman û komployên der heqê xwe de red dikin, ew hevpyemanên talankirin û wêrankirinê ne.”

(eh)

ANHA