Mijarên rojnameyên erebî – 25 Cotmeh

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên dosyaya Sûriyê, her wiha xwepêşandanên Iraqê û destwerdana Tirkiyê ji bo Lîbyayê nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 25 Cotmeh
25 cotmeh, 2019   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Destên Rûsya yên hişk xeta çareseriya Sûriyê xêz dikin

Rojnameyê nivîsî:"Lihevhatina di nabera Rûsya û Tirkiyê de der barê Bakur Rojhilatê Sûriyê ku roja sêşemê hate kirin û piştî çend saatan hate pêkanîn, guhrîneke bingehîn di aloziya Sûriyê de çêkir. Tê payin ku ev destkeftiya Rûsyayê bibe çirûska pêvjoya çareseriya siyasî êdî tu alî nikare xwe bide alî yan jî demên aloziyê dirêj bike.

Çavêdr dibêjin ku Rûsyayê Tirkiyê neçar kir ku lihevhatinekê imze bike û daxwazên wê yên li Bakur Sûriyê kêm bike û projeya wê ya birîna 440 km ji axa Sûriyê rawestîne.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê di civîna bi hempîşeyên xwe yên NATO`ê re kete rewşeke tengav, neçar ma ku hin behaneyan bêje, got ku Tirkiyê ew xistin nava rewşeke aloz lewma ew neçar man ji Sûriyê vekişin.

Çavdêr dibêjin ku êdî Rûsyê hemû bendên lîstinkê xistin destên xwe, ev jî bi xêra siyasetên serok Putin pêk hat, ku wî ji destpêkê ve biryar da ku piştgiriya Şamê bike, tevî helwestên navdewletî jî, paşê bi awayekî raste rast kete Sûriyê, lewma hevsengî li aliyê Beşar hate guhertin, ev rewş bi lihevhatina dawiyê hîn bihêztir bû, li gorî wê xuyaye ku Moskova dê pêvajoya siyasî birêve bibe, tevî ku hêzên rojavayî hîna jî hin pelik di destên wan de hene, mîna dosyaya cezayan".

El-Imarat El-Yaum: Li penda xwepêşandanên îro Iraqê rewşa "Aalarma Bilind" ragihand

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: “Wezareta Karên Hundirîn a Iraqê, duh, ji bo amadekarayên xwepêşandanan ,rewşa alarma bilin ragihand, ji bo parastina saziyên giştî. Serokwezîrê ku Fermandarê Giştî yê hêzên çekdarî ye, Adil Abdilmehdî, duh rêze guhertin di nava fermandariyên ewlehiyê û leşkerî de pêk anîn. Lewma Iraqiyan jî berê xwe dan dikanan û benzînxaneyan, da ku bo geşedanan amade bin.

Berdevkê Wezareta Karên Gundirîn Xalid Almihena, duh diyar kir ku saziyên wezaretê dê îro ji bo parastina xwepêşandêran û saziyên giştî û ewlehiya welatiyan, têkevin rewşa alarma bilind".

El-Ereb: Perlemana Lîbyayê ii Ereban xwest helweasteke tund li dijî Erdogan nîşan bidin

Rojnameyê nivîsî: "Serokê komîteya parasatina netewî ya perlemana Lîbyayê, Telal El-Mahyûb, ji Komkara Ereban xwest ku li dijî daxuyaniyên Erdogan ên der barê Lîbya û Sûriyê, helwestên tund nîşan bidin

El-Mahyûb ji çapemeniyê re got ku Erdogan xwe dixapîne dema ku bi nêrîna Osmaniyan li Lîbyayê dinere, her wiha got ku Lîbyayî ne xayinin ku daxwazên wî pêk bînin "bersiva herî baş li hember xwe xapandinên Erdogan, tunekirina milîsên wî yên terorîst û rizgarkirina paytextê ye.

Perlementerê Lîbyayê Saîd Mexyeb jî got ku gelek milsî bi ajandeyên cuda yên  nîjadî, herêmî û terorê li paytextê kom bûne, her wiha hin ji wan bi ajandeyên siyasî ne, mîna rêxistina Ixwan El-Muslimîn, ku alîkariyê ji derve digre û dixwaze Lîbyayê têxe destên xwe.

Komîteya Damezrêner a Sandîkaya Netewî ya Rojnamevanên Lîbyayê, axaftinên Erdogan der barê Lîbyayê de, weke binpêkirineke mezin a serweriya gelê Lîbyayê pênase kir, her wiha got ku ev siyasetên dagirkeriyê yên AKP`ê ya Tirkiyê nîşan dide û pêvjoyên dagirkeriyê yên bi êş yên dema dewleta Osmanî tine bîra mirovan.”

Şeriq El-Ewset: Sozên Ewn kolanê razî nakin

Der barê rewşa Lûbnanê rojnameyê nivîsî: "Serokê Lûbnanê Mîşel Ewn nikarî xwepêşandêran razî bike ku dernekevin qadan, tevî ku wî soz da guherînan pêk bîne û xwest bi wan re têkeve diyalogê. Di vê navebrê de li Beyrûtê di navbera alîgirên Hizbullah û xwepêşandêran de şer derket, hêzên ewlehiyê jî katin navbera wan".

Lûbnanî hîna dadikevin qadan, rêxistina Amnesty International jî behsa hin bûyerên çewisandinê kir. Hin alîgirên Hizbullah, bi kincên xwe yên reş, ketin cihê çalakiyê ya navenda Beyrûtê û navê serkretrê partiyê Hesen Nesrella bilind kirin her wiha durişmeyên li dijî serokê partiya "Hêzên Lûbnanê" Semîr Cace bilind kirin. Hêzên ewlehiyê jî qada Riyad El-Sulh dorpêç kirin da ku pevçûn çênebe".

(kn)