Piştî kuştin û koçberkirina wan… çeteyên Tirkiyê mal û milkên wan jî didizin

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya  Rêveberiya Xweser Selman Barodo diyar kir ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê bank û depoyên çandiniyê yên li herêmên ku dagirkirin li Serêkaniyê û Girê Spî talan kirin.

Piştî kuştin û koçberkirina wan… çeteyên Tirkiyê mal û milkên wan jî didizin
23 cotmeh, 2019   09:21
EYN ÎSA – EHMED KEMYAN – TIRKÎ EL-KALID

 Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barodo der barê talankirina deboyên genim û ceh ji aliyê komên çete yên dagirkeriya Tirkiyê, ji ANHA`yê re axivî.

Selman Barodo got ku miqdarekî mezin ji genim û hemû cureyên semadê ji bo mewsima çandiniya îsal, ji cotkaran re hatin rakirin.

Barodo wiha domand: "Piştî êrîşa Tirkiyê li ser herêmên sînor, komên çete dest bi talankirina van navendan kirin."

Barodo da zanîn ku ji bo wergirtina pembo li navendên sînor ji bo rewşê bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Li gorî çavkaniyên jêbawer ji herêmên Girê Spî got çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker piştî dagirkirina wan ji bajêr re, dest bi firotina bankên çandiniyê û navenda Dihlîz a genim kirin, ku kîloyekî ji ceh bi 25 lîreyên Sûrî û kîloyekî genim bi 80 lîreyên Sûrî û ji her tonekî re ji semandê re bi 100 hezar lîreyên sûrî difroşin.

Rêveberiya Xweser xwe amade dikir da ku genim û semadê li cotkaran belav bike, ku cotkaran ji bo çandiniya îsal xwe amade kir.

(jo)

ANHA