14 ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî Berxwedana Rûmetê bûn

14 ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ,tevlî Berxwedana Rûmetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin.

14 ciwanên Başûrê Kurdistanê tevlî Berxwedana Rûmetê bûn
22 cotmeh, 2019   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, seferberiya giştî ragihandibûn.

14 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê banga sefegeriyê pêk anî û tevlî refên Berxwedana Rûmetê bûn.

Ciwanan di daxuyaniyekê de ragihandin ‘‘Me ji bo parastina Rojava banga seferberiya giştî pêk anî.‘‘

Her wiha bang li ciwanên Başûr kirin tevlî refên Berxwedana Rûmetê bibin.

(rr)

ANHA