Heyva Sor: Em li pêşberî keraseteke mirovî re rû bi rû mane

Heyva Sor a Kurd ji ber koçbarbûna derdora 200 hezar kes ji herêmên ku artêşa Tirk a dagirker dike hedef hişyariya rûdana kerastekê da û got ew baweriya xwe bi civaka navdewletî winda kir.

Heyva Sor: Em li pêşberî keraseteke mirovî re rû bi rû mane
22 cotmeh, 2019   17:13
HESEKÊ

Endamên Heyva Sor a Kurd li ber nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê  kom bûn ûdaxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi nêzbûna bidawîbûna dema agirbestê li bakurê Sûriyê re, gelê bakurê Sûriyê li benda çaranûsa xwe bû piştî ku baweriya xwe heta radeyeke mezin bi civaka navdewletî winda kir.

Kurd, Ereb, Xiristiyan û hinek kesên navneteweyî di şerê li dijî dewleta Îslamî de jiyana xwe ji dest dan, hezkiriyên xwe winda kirin. Civaka navdewletî ji demek dirêj ve ku dighêje salan, nikarî çeteyên DAIŞ û malbatên wan vegerîne welatên wan ên resen yan jî rolek di vî warî de nelîstin.

Mîna ku hemû dizanin rewşa kampên bakurê Sûriyê beriya êrîşa artêşa Tirk a dagirker gelek dijwar bûn. Lê niha bûye trajedîk. Em ji aliyê mirovî ji bo xizmeta tevahiya hewcederan diaxivin ol, nijad, netew û nasmaneya wan çi dibe bila bibe, lê civaka navdewletî heta niha desteka me nekir ji bo ku em van rêgezên miorvahiyê bînin cih. Em ê hertim karê xwe bi vê rêbazê û birêzgirtina ji qanûna mirovî û rêgezên mirovahiyê yên navdewletî berdewam bikin. Ji ber ku em nikarin azarkişandinê tehemul bikin. Em hîna rêzê ji wan qanûnan û rêgezên mirovahiyê yên navdewletî digirin. Lê me baweriya xwe bi mirovahiya civaka navneteweyî winda kir. Hêza me ji bo ku em vê zexta mezin tehemûl bikin. Ji vê bêrtir em nikarin vê berpisyariyê hilgirin.

Ji destpêka êrîşa Tirkiyê û heta niha zêdetirî 200 hezar kes ber bi herêmên başûr ve koçber bûne. Ew herêm berê tijî şênî ne, bê stargeh, bê xwarin û xebatên tenduristiyê û  avê di nav şertûmercên dijwar de ne.

Navenda avê ya bingehî hatiye hedefgirtin û niha ne di xizmetê de ye. Ji ber wê zêdetirî 500 hezar kes ji hefteyekê ve ji ber kêmbûna avê azaran dikşînin.

Hêzên Sûriye Demokratîk ji destpêka êrîşan ve di eniyan de li hember êrîşan li berxwe didin. Ji ber wê hêzê li gel belavbûna şaneyên veşartî nikarin parastin ji sivîlan re ji komên terorîst ên alîgirên Tirkiyê peyda bikin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê ber bi aliyên ne diyar ve revîne, hêzên ewlekariyê û QSD`ê êdî nikarin ewlehiyê li kampên din kontrol bikin. Piştî niha em û şirîkên me yên rêxistinên xêrxwaziyê nikarin gihaştina alîkariyan ji kampan û koçberan re dabîn bikin. Ev  jî dê zirarek mezin bide şêniyên kampan û li ser karmendên rêxistinên mirovahiyê re jî xeterî ye.

Ji destpêka agirbestê ve me 21 şehîdên sivîl û 27 birîndar beyî cenazeyên di bin enqazên malên kavil de û haletên revandina sivîlan ji hêla komên çeteyên Tirkiyê belge kir.

Tîmên tenduristiyê ji êrîşa tirkî jî nefilitîn. Heta niha 9 karmendên tenduristiyê şehîd, birîndar bûn û hatin revandin. Heta niha şêniyên du kampan di encama êrîşan de neçar man birevin. Di nav de girtiyên çeteyên DAIŞ`ê ji kampên Eyn Îsa û Mabrûka. Her wiha 5 kilînk û navendên tenduristiyê ji xizmetê derketin û 2 nexweşxane li Kobanê hatin valakirin, dîsa jî ambulans ji xizmetê derketine.

Heta niha derfeta me tuneye, em xwe bighînin herêmên Kobanê û Minbicê da ku em derman û medeyên sereke yên mirovahiyê bişîn in. Piştî vekişîna bi dehan Rêxistinên Mirovahiyê , dê hejmara qurbaniyan bi awayekî mezin zêde bibe.

Bi rastî em gihiştin ber deriya karesateke mirovî muhtemel û berçav. Ev yek li pêş çavên civaka navdewletî rû dide ya ku ji bo sînordarkirina karesat û qirkirinê nikarî  gavên  cidî bavêje.

Em nizanin piştî agirbestê dê çi rû bide, lê heger dewleta Tirk êrîşên xwe yên berberî bidomîne, em ê pêlên mezin ên koçberiyê ji herêmên sînor bibînin. Yanî herî kêm zêdetirî milyonek kes dê neçar bimîne malên xwe terk bike.

Derfet tuneye ku pêdiviyên hemû van kesan bê peydakirin, bi taybet li gel ku rewşa hewayê tê guhertin û demsala zivistanê nêzîk bûye. Ev yek jî dê bi awayekî mezin bandorê li zarok û kesên temenmezin bike.

hejmara sivîlan a ku Heyva Sor a Kurd belge kiriye ev e; 84 şehîd û 238 birîndar in.

Li gorî serjimariya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara birîndaran derketî 677 birîndar, 242 şehîd, di nav de 22 zarok şehîd û birîndar in."

(şx-rr)

ANHA