Ji malbata şehîd Merwan re sersaxî hate xwestin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Merwan El- Xilêf (Ceger Qamişlo) re xwestin.

Ji malbata şehîd Merwan re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Merwan re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Merwan re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Merwan re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Merwan re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Merwan re sersaxî hate xwestin
Ji malbata şehîd Merwan re sersaxî hate xwestin
22 cotmeh, 2019   14:29
QAMIŞLO

Şervanê QSD‘ê Merwan El-Xilêf (Ceger Qamişlo) di 11‘ê Cotmehê de di Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bibû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê ji bo şehîd Merewan konê sersaxî ji ber mala wî li gundê Heswiyê veda.

Bi sedan kes herikîn bin kon û ji malbatê re sersaxî xwestin.

Di merasîmê sersaxiyê de ji rêveberên Tevgera Çand û Huner a Navçeya Til Hemîs Simko Cûdî axivî û wiha got: ‘‘Em îro di qonaxeke hestiyar û çarenûsî re derbas dibin, dagirker ji hemû aliyan ve hatin herêmên bakurê Sûriyê dagir bikin.‘‘

Cûdî soza bi şehîdan re nû kir û wiha got:`` Em ê li ser rêya wan bimeşin, ew mafdar in. Me ji bo tinekirina terorê ji Sûriyê 11 hezar şehîd dan em ê bi hazaran şehîd ji bo derxistina Tirkan ji vî xakî bidin.``

Cûdî her wiha da xuyakirin ku berxwedana 11 rojan a şervanên QSD`ê li Serêkaniyê û Girê Spî ya li hemberî duwemîn hêza herî mezin a NATO, efsaneyeke lehengiyê ye û dê di dîrokê de mayînde bimîne.

Ji bo sersaxîya malbata şehîd, hîna şênî berê xwe didin konê sersaxiyê ya li gundê El-Heswiye hatiye vedan, şênî durişmeyên silavkirina şehîdan û berxwedana wan, davîjin.

Herkîna ber bi konê sersaxiyê ve didome

(rr)

ANHA