Li Dirbêsiyê pakrewanên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê 4 şehîdên Berxwedana Rûmetê li goristana Şehîd Rustem Cûdî spartin axê.

Li Dirbêsiyê pakrewanên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê pakrewanên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê pakrewanên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
Li Dirbêsiyê pakrewanên Berxwedana Rûmetê hatin oxirkirin
22 cotmeh, 2019   14:08
HESEKÊ

Şêniyan cenazeyê  şervanên QSD‘ê Abdullezîz Şêx Xelef (Zagros Cûdî), Ednan Hesen (Mezlûm Qamişlo), Remedan Simo (Zagros Til Temir) û endamê hêzên Ewlekariya Hundirîn Abdullhemîd Silêman ên li Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn ji ber navaneda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê wergitin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê YPG`ê Mihemed Nebî Kotî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em  ew gelê ku pîvana berxwedan û têkoşînê ji xwe esas girtiye. Ji ber wê jî em ê heta nefesa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin."

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Dilxwaz Xelef ve hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Malbatên şehîdan soz dan ku ew ê şopadarên rêya şehîdan bin heta hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Di dawiyê de cenazeyê her çar şehîdan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hatin veşartin.

(bx)

ANHA