‘Li her kolanekî êş û berxwedan heye’

Şêniyên Dirbêsiyê tekildarî armanca dagirkeriya dewleta Tirk bi navê “Herêma Ewle” binav kiriye, gotin: “Bi derewên kesên Sûrî re dixwazin çeteyên xwe li herêma me û malê me bi cîh bikin. Li dijî vê wê têkoşîna me berdewam be.”

‘Li her kolanekî êş û berxwedan heye’
22 cotmeh, 2019   05:00
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê 9’ê Cotmehê de êrîşên xwe yên hovanê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Di van êrîşan de gelê sivîl armanca yekem hilbijart. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê hovîtiya xwe ne tenê êrîşan de bi çekên qedexê kirî de jî nîşan kir. Tekildarî wan kiryar û hovîtiyan şêniyên gûndê navçeya Dirbesiyê helwestên xwe nîşan kirin.

‘Her kolanêkî de êş û berxwedan heye ’

Şêniyek ji gundê Kerbetîlî yê giredayî navçeya Dirbêsiyê anî ziman ku beriya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di herêmên wan de aramî hebû û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê dîsa çavên xwe berdan ser axa me,  aramiya me xerab bû. Dewleta Tirk a dagirker hovîtiya xwe li ser gelê sivîl dide meşandin, jin û zarokan dike hedef. Rewşa herêmên me gelekî giran e. Di her kolanekê de êş heye. Em li ser axa xwe dijîn Erdogan ji me çi dixwazê? Dibejê ‘ez ê herêmên wê bikim herêmên ewle û gelê Sûriyê li wir bi cîh bikim.’ Gelê herêmê ji xwe li ser axa xwe ye wê wan kesên ku dibejê ji Sûrî nê wê bînê têxê xaniyê me? Ev der warê me ye. Ew kesên ku dibejê ji Sûrinê derevin. Yên li Sûrî niha li ser axa xwe di aramiyê de dijîn. Wê wan çeteyên Idlîb û herêmên din bînin li ser herêmê me bi cîh bikin. Em dev ji ware xwe bernadin û Erdogan baş zanibê ew xewn û xayalên wî yên herêma ewle jî pêk nayê.  Bi vî şêrî re wê DAIŞ nûjên bibe. Ji xwe bi şaneyên veşartî re rêxistina xwe hîn xûrttir dikin. Ev tirsa vegera DAIŞ bi me re heye. ”

‘Xwedê ji wan re nehelê’

Şêniyê diyar kir ku Erdogan dixwazê xewnê bapirê xwe pêk bînê û got: “Dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê ji bo herêmên me ji Rojhilata Navîn jî di heman xeteriyê de ye.  Gelê me di nav tirsek mezin de dijî. Em wan dewletên ku dibejin em alîgirê demokrasî ne û mafê mirovan şermezar dikin û bang li wan dikin ku bi lêz ji vê bêdengiya xwe derbikevin.  Hemû dewlet li rewşa me dirêj dirêj dinêrin û li me têmaşe dikin.  Hemû dewlet li ser me plan û leyîstokan dikin.  Gelê me tê qetilkirin hîna jî li me têmaşê dikin.  Dewlet tenê helwestên xwe bi gotinan tînin ser ziman lê şer nadin sekinandin.  Xwedê ji wan re nehelê.”

‘Gelê me li kelêka şervanan be’

Şêniya navçeya Dirbêrsiyê jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê ji bo tinekirina gelê Kurd êrîşên xwe li ser herêmên wan pêk tîne û got: “Ew tu carî nikarê me tine bike. Heya xwîn di canê me de hebê em ê li ber xwe bidin û em dev ji axa xwe bernadin. Tu carî nahêlin ku Erdogan bigihijê miradê xwe. Heya dawî jî em ê piştgiriya şervanên xwe bikin. Wê vîna me bi ser bikeve û Erdogan binbikevê.  Banga me ji gelê me re ku piştgiriya şervanên xwe bikin û mil bi mil ku em karibin şerê dagirkeriyê bişkînin.”

ANHA