Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyê 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
21 cotmeh, 2019   16:24
HESEKÊ

Girseya gel cenazeyên şervanên QSD‘ê  Mehmûd Ubêd (Zagros Hesekê), Elî Xizêm (Arkêş), Ehmed El-Sebrî (Merwan Hesekê), Heysem Eyo (Çiyareş Hesekê), Ciyawar Hisên (Şahîn Numan), Muhened El-Qati (Hemûdî Hesekê), Mîlad El-Telaa (Rênas Hesekê) û şervanê Hêzên Xweparastinê Hesen El-Xelef ên di Berxwedan Rûmetê  de li Serêkaniyê şehîd bûne ji ber Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwanekî berî dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin û torenek leşkerî ji hêla YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Îbrahîm Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Civaka me banga aştiyê dike, guneha wê ew e ku banga biratiya gelan û jiyana hevpar dike. Tevahiya cîhanê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek. Lê em dibêjin çendîn hêza dijminên mezin be em ê di dawiyê de biserkevin."

Ji aliyê xwe ve endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Mistefa Ehmed got: "Divê em armanca vî şerî bi zanibin ku çand, mirovahî û biratiya gelan ên ku me li ser bingeha neteweya demokratîk ava kirine têk bibin."

Bi navê Hêzên Sûriye Demokratîk li bajarê Hesekê Hogir Mele axivî û got: "Me ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku em axa xwe ji dijmin re nahêlin. Em soz didin tevahiya malbatên şehîdan û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê li hember her êrîşekê bi sekinin û heta dawiyê li berxwe bidin."

Piştî wê wesîqeyên şehadetê yên şehîdan ji hêla endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayîkan û bezkirina dirûşmeyên Berxwedana Rûmetê de spartin axê.

(şx)

ANHA