Binpêkirina dewleta Tirk a agirbestê û amadekariya êrîşên nû… bi dîmen

Artêşa dewleta Tirk a dagirker peymana agirbestê wek derfet dibîne ku çeteyan li ser sînorê gundewarên Serêkaniyê belav bike da ku ji nû ve êrîşî herêmê bike. Ev jî di dîmenan de eşkere dibe û herêma ku plana êrîşa wê tê kirin, xuya dibe.

Binpêkirina dewleta Tirk a agirbestê û amadekariya êrîşên nû… bi dîmen
19 cotmeh, 2019   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa dewleta Tirk a dagirker peymana agirbestê ku ji 2 rojan ve hatiye ragihandin, binpê dike. Her wiha hê di topbarana li ser bajarê Serêkaniyê û hedefgirtina nuqteyên tenduristiyê de berdewam e. Li aliyekî dîtir, artêşa dewleta Tirk a dagirker vê peymanê şans dibîne ku çeteyên xwe li ser sînor belav dike, da ku êrîşên dîtir li herêmê pêk bîne.

Di dîmenên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker belav kirine de ku navê siwar (şoreşgerên) Til Hemîs ên girêdayî çeteyên Sultan Murad li xwe kirine, diyar e ku girseya çeteyan li ser sînor belav bûne. Çete di dîmenan de dibêjin ew amadekariya pêkanîna êrîşa li dijî gundên Dirbêsiyê û Serêkaniyê dikin.

Di dîmenên belavkirî de bi awayekî diyarker, niyeta dewleta Tirk a dagirker a dagirkirina herêmê û berfirehkirina êrîşên li ser herêmê, aşkera dibe.

Ya balkêş, DAIŞ’ê berê Til Hemîs a girêdayî herêma Cizîrê dagir kiribû. Piştî rizgarkirina herêmê bi destê QSD’ê, çeteyên DAIŞ’ê reviyan Tirkiyê. Her wiha dewleta Tirk a dagirker niha van çeteyan ji bo êrîşên li dijî herêmê bi kar tîne û ev jî piştrast dike ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî herêmê de pişta xwe dide DAIŞ’ê.

(fr)

ANHA