Şervanekî birîndar ji Serêkaniyê: Em nahêlin artêşa Tirk Serêkaniyê dagir bike

Şervan Andoq ê ku ji roja yekemîn ve tev li Berxwedana Rûmetê bûye û hîna li ber xwe dide, got ew berxwedana xwe didomînin û nahêlin artêşa Tirk a dagirker bajarê wan dagir bike.

 Şervanekî birîndar ji Serêkaniyê: Em nahêlin artêşa Tirk Serêkaniyê dagir bike
17 cotmeh, 2019   13:32
HESEKÊ

Di dîmenan de şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ê ku ji destpêkê ve tev li Berxwedana Rûmetê bûye, diaxive.

Şervanê ku di lingê xwe yê rastê birîndar bûye, bi moraleke bilind dibêje: "Ez li eniya Sewamî ya Serêkaniyê bûm. Em nahêlin artêşa Tirk a dagirker bajêr dagir bike."

(şx)

ANHA