Ji şevê din ve li Serêkaniyê şer giran e, artêşa Tirk çekên kîmawî bikar tîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji şevê din ve êrîşên xwe yên bejahî û hewayî li ser bajarê Serêkaniyê bê navber didomîne. Şervanên QSD‘ê ji her aliyan ve bersiva êrîşan didin.

Ji şevê din ve li Serêkaniyê şer giran e, artêşa Tirk çekên kîmawî bikar tîne
17 cotmeh, 2019   05:28
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji şevê din ve heta vê kêliyê êrîşên xwe yên bejahî û hawayî li ser bajarê Serêkaniyê ranewestandiye û di van êrîşan çêkên giran û yên kîmyewî bi kar tînin.

Şervanên QSD‘ê bi çekên xwe yên sivik bersiva êrîşan didin. Ji şev de heta niha gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne. Her wiha şehîdên QSD‘ê jî hene.

Rexmî teknîka pêşketî ya dagirkeran û hejmara wan a zêde, nedikarî derbasî navenda bajar bibe.

(ekîb)

ANHA