Şervanên li eniyên şer: Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin

Şervanên li eniyên şer ên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku nahêlin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî xaka wan bibin û dagir bikin û piştrast kir ku dê heta serkeftinê li ber xwe bidin.

Şervanên li eniyên şer: Em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin
14 cotmeh, 2019   13:57
HESEKÊ

Ji 9’ê Cotmehê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dagirkirinê û pêkanîna komkujiyan dikin.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker bê navber navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê yên girêdayî kantona Hesekê bi çekên giran topbaran dike. Lê şervanên QSD’ê û şêniyên herêmê berxwedaneke dîrokî û qehremanî dimeşînin û tevahî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tevî derbeyên giran, hildiweşînin.

Şervan Ciwan Zagros ku tev li Berxwedana Rûmetê bûye û di eniyên şer ên li navçeya Dirbêsiyê de şer dike, diyar kir ku ew şerê dewleta Tirk a dagirker dikin û nahêlin derbasî axa wan bibin û dagir bikin. Zagros got: "Bi vîn û fikra xwe heta nefesa dawiyê em ê şer bikin."

Ji aliyekî dîtir ve şervan Çekdar Til Temer wiha anî ziman: "Ji bajarê Til Temir me berê xwe da parastina li dijî dewleta Tirk a dagirker. Artêşa dewleta Tirk a dagirker rastî derbeyên giran ji hêla şervanên qehreman ve tê û em nahêlin derbasî xaka me bibin û em ê heta serkeftinê li ber xwe bidin."

(fr)

ANHA