Li kampa Eyn Îsayê di navbera QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şer

Di van kêliyan de, di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê li kampa Eyn Îsayê şer rû dide. Heta niha nehat zanîn ku çeteyên ku di kampê de ne ji kur çek anîne.

Li kampa Eyn Îsayê di navbera QSD û çeteyên DAIŞ`ê de şer
14 cotmeh, 2019   11:53
EYN ÎSA

Di kampa Eyn Îsayê de ku şer niha lê rû dide, bi hezaran malbatên DAIŞ`ê hene.

Heta niha nehat zanîn ku çek çawa gihîştine çeteyên DAIŞ`ê, lê tê gotin ku artêşa Tirk a dagirker çek gihandine çeteyan.

Duh jî artêşa Tirk a dagirker kampa topbaran kir û zêdetirî 750 kes ji malbatên DAIŞ`ê  reviyan.

(kc)

ANHA