Rûspiyên Helebê: Civaka navneteweyî berpirsa qirkirina etnîk û komkujiyan e

Bi daxuyaniyekê, rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku civaka navneteweyî berpirsa qirkirina etnîk û komkujiyan e ku bi serê sivîlan de bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tên.

Rûspiyên Helebê: Civaka navneteweyî berpirsa qirkirina etnîk û komkujiyan e
14 cotmeh, 2019   11:52
HELEB

Îro, rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê der barê êrîş û dijminatiya artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tevî beşdariya bi dehan rûspiyên taxan, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî li konê piştgirê yê bi destê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qada 19 Şehîdan a li beşa Rojavayê taxê hatiye vegirtin, ji hêla Abdulrehman Xezo ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Li pêş çav û guhên tevahî cîhanê Tirk û komên çete yên girêdayî wê komkujiyan li ser sivîlan pêk tînin. Her wiha qirkirina etnîk bi hemû cureyên çekên qirêjî yên di navneteweyî de qedexekirî, pêk tînin. Da ku şêniyan koçber, pergende bikin û guhartina demografiya herêmê pêk bînin. Dewleta Tirk binesaziya herêmê wêran dike. Bi xwînsarî daliqandinên meydanî yên bibelge ku li ser tevnên civakî hatin belavkirin, pêk tîne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzî 5 milyon mirov ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê bi ewle û aram a di bin saya Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, jiyan dike. Her wiha şervanên QSD’ê DAIŞ li herêmê têk bir û bi hezaran şehîd û birîndar ji ber tevahî cîhanê ve dan. tişta ku cîhanê ji têkbirina DAIŞ’ê nikarî pêk bianiya, pêk anî. Îro jî Erdogan Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike û ji nû ve DAIŞ’a têkçûyî, vedijîne.

Em wek rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, civaka navdewletê berpirsê qirkirin û komkujiyên ku bi mafên sivîlan de yên bi destê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tên, dibînin.”

(fr)