Li ser rêya Til Temir û Eyn Îsa şer

Şervanên QSD’ê li ser rêya di navbera Til Temir û Eyn Îsa de li komeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker da û di encamê de 2 panzer hatin îmhakirin û gelek çete jî hatin kuştin.

Li ser rêya Til Temir û Eyn Îsa şer
14 cotmeh, 2019   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera Til Temir û Eyn Îsa de şervanên QSD’ê li çeteyen artêşa Tirk a dagirker da.  Çeteyên ku ji milê Girê Spî de hatin, xwestin bikevin Til Temirê lê şervanên QSD’ê pêşî lê girt û di encamê de şer derket.

Li gorî agahiyên destpêkê di şer de 2 panzerên çeteyan hatin îmhakirin û her wiha gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn.

Her wiha di rêya navbera Eyn Îsa û navçeya Çelebiyê de şer heye û rê hatiye girtin.

ANHA