Ji ber topbarana dagirkeran zerar gihîşt malên sivîlan

Malên sivîlan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hatin topbarankirin û di encama wê de xira bûn û hilweşiyan.

14 cotmeh, 2019   10:49
HESEKÊ

Şevê din artêşa Tirk a dagirker derdora navçeya Dirbêsiyê dan ber topan û malên sivîlan kir hedef.

Welatiyê bi navê Mihemed Minîzir di vê der barê de wiha got:"Mala min xira bû û hilweşiya. Ma Erdogan û çeteyên wê çi me dixwazin. Em di mala xwe de û li ser axa xwe ne. Me êrîşî Trikiyê nekiriye. Bila bihêle me bi ewle bijîn."

Welatiya bi navê Zehra Îsmaîl ji ber topbaranê zerar gihîşt mala wê û dukanê wê ku pê debara jiyana xwe dikir hate hilweşandin.

Nûçegihana me xwe gihand cihê topbaranê û ji me re wêne û dîmenê encamên topbarana artêşa Tirk a dagirker, kişand.

Tê zanîn ku welatiyê bi navê Izedîn Mehmûd Yûsif ku şevê din ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Çetelê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê birîndar bibû, îro şehîd bû.

(bx)

ANHA