Şêniyên Minbicê xwînê ji bo birîndarên êrîşên dewleta Tirk didin

Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê ji bo birîndarên êrîşên dagirkeriya Tirkiyê xwîn da.

Şêniyên Minbicê xwînê ji bo birîndarên êrîşên dewleta Tirk didin
14 cotmeh, 2019   10:05
MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê berê xwe da navenda beşa xwînê li Nexweşxaneya Firatê da ku xwînê bidin. Şêniyan dirûşmên "Bi rih û bi xwîn em ê ji bo Girê Spî, Serêkaniyê û Minbicê bidin" berz kirin.

Ev hemle piştî bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna komkujiyên hovane li ser sivîlan, pêk hat.

Hemleya ku îro sere sibê dest pê kir, didome.

(jo)

ANHA