Nexweşxaneya Lêgerîn: Heta niha 75 sivîl û 450 birîndar ji Serêkaniyê hene

Gerînendeyê Nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê tekez kir ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Serêkaniyê û gundewarên wê ji beriya 6 rojan ve, 75 sivîl şehîd bûne û 450 kes piştî komkujiya duh birîndar bûne.

Nexweşxaneya Lêgerîn: Heta niha 75 sivîl û 450 birîndar ji Serêkaniyê hene
14 cotmeh, 2019   09:59
HESEKÊ

Gerînendeyê Nexweşxaneya Lêgerîn Hesen Emîn ji ajansa me ANHA`yê re encamên topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê yên 6 rojan dawîn esker kirin.

Hesen Emîn tekez kir ku tevî şehîd û birîndarên komkujiya ku duh li dijî karwanê sivîlan pêk hat, di nava 6 rojan de 75 sivîl şehîd bûne, her wiha 450 sivîl birîndar bûne, rewşa piraniya wan ne baş e û ji bo tedawiyê rakirine nexweşxaneyên Hesekê.

(bx)

ANHA