5 leşkerên Tirk birîndar bûn, tankek û wesayîteke leşkerî hatin teqandin

Di encama rûxandina baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a li beramberî gundê Qesir Dîb ê bakurê Dêrikê de 5 leşkerên Tirk birîndar bûn. Li bermaberî gundê Sermsax ê Girkê Legê jî tankek û wesayîteke leşkerî ya dagirkeriyê hatin teqandin.

5 leşkerên Tirk birîndar bûn, tankek û wesayîteke leşkerî hatin teqandin
10 cotmeh, 2019   16:15
QAMIŞLO

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya bikaranîna mafên parastina rewa de baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ya li beramberî gundê Qesir Dîb ê bakurê navçeya Dêrikê rûxandin.

Nûçegihanê me ku berxwedana li wir dişopîne diyar kir ku di rûxandina baregehê de 5 leşkerên Tirk birîndar bûn, rewşa yekî giran e.

Şervanan, li beramberî gundê Sermsax ê Girkê Legê tankek û wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk teqandin.

ANHA