Gel banga seferberiyê pêk tîne

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya herêmê Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan. Her wiha diyar kirin ku ew banga QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya seferberiyê dê pêk bînin û ew amade ne ku parastina herêmê bikin.

Gel banga seferberiyê pêk tîne
Gel banga seferberiyê pêk tîne
Gel banga seferberiyê pêk tîne
Gel banga seferberiyê pêk tîne
Gel banga seferberiyê pêk tîne
Gel banga seferberiyê pêk tîne
Gel banga seferberiyê pêk tîne
Gel banga seferberiyê pêk tîne
Gel banga seferberiyê pêk tîne
Gel banga seferberiyê pêk tîne
10 cotmeh, 2019   11:09
QAMIŞLO

Bi armanca pêkanîna banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê ya ji bo seferberiya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana YPJ/YPG`ê û QSD`ê, her wiha silavkirina berxwdana biratiya gelan û şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê tev li meşê bûn.

Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wêneyên birîndarên di encama bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên duh birîndar bûne, hatin hildan.

Meş li Qada Jina Azad veguherî mitîngê. Di mitîngê de kesên beşdar axivîn û berxwedana lehengî ya hêzên leşkerî di eniyên şer de û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir. Her wiha tekez kir ku ew ji bo parastina herêmê di hemû aliyan de amade ne û ew ê banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser pêk bînin.

Li gorî meşvanan ku ew ê çalakî û meşên xwe dewam bikin heta ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin sekinandin.

(bx)

ANHA