‘Êrîşa Tirkiyê ya muhtemel li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vejandina DAIŞ’ê ye’

Şêniyên Dêrikê diyar kir ku di dîroka dewleta Tirk de gelek komkujiyên gelan hene û piştrast kir ku gelên herêmê li rex hêzên xwe li hember dewleta dagirker a Tirk disekinin.

‘Êrîşa Tirkiyê ya muhtemel li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vejandina DAIŞ’ê ye’
9 cotmeh, 2019   12:34
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Dewleta Tirk gefa êrîşeke muhtemel li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hedefa dagirkirina herêmê dixwe. Bi wê re jî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman ku xetere li dijî gelên herêmê yên ku bi hev re dijîn, heye.

Hin şêniyên Dêrikê yên ji pêkhateyên cihê li gel ajansa ANHA’yê daxuyand ku gefên dewleta Tirk red dikin û piştrast kir ku pêkanîna êrîşeke li herêmê dê bi xwe re komkujiyan bi mafên pêkhateyan bîne.

‘Hedef têkbirina pêkhateyan e’

Şêniya bi navê Sêda Hena Îbrahîm ji pêkhateya Suryan a ji şêniyên Dêrikê  ye û got gefên Tirkiyê yên êrîşkirina muhtemel li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin û wiha anî ziman: "Hedefa dewleta Tirk ji van gefan, vejandina DAIŞê, Împratoriya Osmanî û têkbirina kêmnetewe û pêkhateyan e."

Sêda wiha lê zêde kir: "Dewleta dagirker a Tirk piştevanê yekemîn a terorîzma li cîhanê ye û kaniya piştgir û alîkariya wan e. Wê Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet bi rêya piştgiriya komên terorîst, wêran û talan kir."

‘Dewleta Tirk di dîrokê de gelek komkujî pêk anîn’

Sêda diyar kir ku dewleta Tirk di dîrokê de gelek komkujî bi mafên gelên li herêmê pêk anîne û îşaret bi komkujiyên ku dewleta Osmanî û dewleta Tirk piştre bi mafên Ermen, Suryan, Kurd û ji bilî wan ji gelan pêk anîne, kir û wiha got: “Ji lew re mafê dewleta dagirker a Tirk a axaftina bi navê mafên mirovan nîn e. Hedef ji wê jî, êrîşkirina li herêmê, vejandina Împratoriya Osmanî û domana komkujiyên gelan e."

Sêda li dawiyê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE) û rêxistinên mirovî kir ku der barê qedexekirina êrîşên dewleta Tirk ên muhtemel de bixebitin û komkujiyên bi mafên pêkhate û gelan sînordar bikin.

‘Mafê gelên herêmê ye ku piştevaniya hêzên xwe bikin’

Abdulrehîm Mihemed ji herêma Dêrikê ye û gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina muhtemel li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha axivî: "Ji destpêka şoreşê ve gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişta xwe daye hêz, felsefeya neteweya demokratîk û yekitiya pêkhateyên xwe. Tu alîkarî ji hêzên derve der barê serkeftina tecrubeya demokratîk de, nexwest. Vekişîna Amerîkayê jî tu bandor li moral û gelê ku bi hezaran şehîd dane, nekir."

Mihemed wiha aşkera kir: "Divê tevahî pêkhate û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgir û pêştevniya hêzên girêdayî li eniyên şer bikin, li rexê bin û her tiştî pêşkêş bikin heta serkeftina vî şerî."

Mihemed wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tenê vebijêrka me berxwedan û fedakarî ye. Em teslîm nabin an jî nahêlin Erdogan bi hêsanî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. Ji ber ku gelên herêmê heke êrîşek pêk hat, destgirêdayî namîne."

Di dawiyê axaftina xwe de Abdurehîm Mihemed pişterast kir ku gelên li herêmê dê li rex hêzên xwe di eniyên şer de bin û ji bilî berxwedanê tu vebijêrk nîn in.

(fr)

ANHA