Şênî berê xwe didin herêmên sînorê bi Tirkiyê re

Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şênî berê xwe didin herêma sînorê bi Tirkiyê re.

Şênî berê xwe didin herêmên sînorê bi Tirkiyê re
6 cotmeh, 2019   08:45
NAVENAD NÛÇEYAN

Piştî ku serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan gef xwar ku ew ê di aliyê bejahî û asmanî de êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, şênî berê xwe didin sînor da ku nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Tê payîn ku şêniyên bajarê Serêkaniyê û bajarê Hesekê yên herêma Cizîrê îro di saetên nîvro de berê xwe bidin herêma sînorê bi Tirkiyê re da ku gefan şermezar bikin.

(bx)

ANHA