Trump: Em ê cezayan li ser Îranê zêde bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump got,  Îranê destekê dide nakokiyên li Sûriyê û Yemenê  û eger Îran wiha berdewam bike cezayên Amerîkayê dê li hemberî wê neyên sistkirin.

Trump: Em ê cezayan li ser Îranê zêde bikin
24 îlon, 2019   16:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serok Amerîkayê Trump li New Yorkê di Lijneya Giştî ya 74‘emîn ya Neteweyên Yekbûyî de got:" Divê rê neyên dayîn ku Îran çekên nûkleerî bistîne."

Trump bal kişand ku rejîma Îranê ji êrîşên ku li deverên cûda yên cîhanê çêdibin berpirsyar e û got: " Her ku Îran wiha tevdigere cezayên Amerîkayê yên li hemberî Îranê nayên sist kirin, berevajoyê vê dê zêdetir dibin."

Serokê Amerîkayê behsa têkiliyên Amerîka- Çînê kir û jê Çînê xwest "Rêzê ji lihevkirinên girêdayî Hong Kong bigire."

Trump têkildarî rewşa aborî de got, Dewletên Yekbûyî ji ber pêşbaziya Çînê, beşek mezin ji kargehên xwe winda kir.